HDP: Pêwîste dewlet ji gelê Dersimê lêborînê bixwaze

img
ENQERE – HDP’ê kesên di Komkujiya Dersimê de jiyana xwe ji dest dane di salvegera 83’yemîn de bibîr anî û got: “Divê dewlet bi heqîqetê re hevrû bibe û ji malbatên qurbaniyan û gelê Dersimê lêborîna xwe bixwaze.”
 
Partiya Demokratîk a Gelan têkildarî salvegera 83’yemîn a Komkujiya Dersimê daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de qurbaniyên di Komkujiya Dersimê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn û wiha hat gotin: “Komkujiya di salên 1937-38’an de pêk hat tê wateya tofan, hilweşîn û tunekirinê. Navê ‘Tertele’ lê hatiye kirin. Yek jî mezintirîn komkujiyên li Tirkiyê ye û di rûpelên reş ên dîrokê de cih digire û cihê şermê ye. Bi deh hezaran însan hatine qetilkirin. Her çiqas 83 sal bi ser komkujiyê de deras bûbe jî lê divê dewlet bi heqîqeta komkujiyê re hevrû bibe. Pêwîste ji bo ronîkirina komkujiyê Komîsyona Heqîqet û Rûbirûbûnê were avakirin. Pêwîste hemû arşîn werin eşkerekirin. Lazime biryarên qeydên dadgehê ji raya giştî re werin eşkerekirin. Bi awayek giyabî be jî divê kiryarên komkujiyê werin darizandin. Divê gora Seyîd Riza û hevrêyên wî werin eşkerekirin. Pêwîste belgeyên keçen Dersimê yên windayî werin eşkerekirin û ziman û çanda Dersimê lê were zivirandin. Lazim e dewlet li ser bingeha bi heqîqetê re hevrû bibe û ji malbatên qûrbaniyan û gelê Dersimê lêborînê bixwaze.”