Dersim Dag îstîsmarkirina zarokan bir rojeva Meclîsê

img
AMED – Parlamentera HDP’ê Dersim Dag di pêvajoya karantînayê de ku 50 zarokên li Amedê bi îstîsmara cinsî re hatin hiştin bir rojeva Meclîsê.
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag di pêvajoya karantînayê ya vîrûsa koronayê de ku 50 zarokên li Amedê bi îstîsmara cinsî re hatin hiştin bir rojeva Meclîsê. Dag di pêşniyazpirsa pêşkêşî Wezîra Xizmeta Malbat, Xebat û Civakî Zehra Zumrut Selçûk de kir da zanîn ku di vê pêvajoya koronayê ya li mal mayînê de binpêkirin mafan a li dijî zarok û jinan zêde bûye û li gorî rapora Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê îstîsmara cinsî ya li dijî zarokan gihîştiye rehendek talûke. Dag anî ziman ku di van rojên koronayê de li Amedê 50 zarok bi îstîsmara cinsî re merûz mane û ev hejmar zêde bûye. Dag di pêşniyazpirsa xwe de pirsan pêşkêşî Wezîr Zehra Selçûk kir û xwest têkildarî îstîsmarkirina zarokan daxuyaniya zelal bide.