Gunay: Hevdîtina bi telefonê fikaran ji holê ranake, divê heyete tebduristiyê biçe giravê

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, diyar kir ku ji bo hevdîtina telefonê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk hat got, bi rêbaza "tecrîdê" hatiye kirin û got: "Divê heyeteke tenduristiyê ya ser bi xwe biçe û lêkolînan bike." 

Piştî 21 salan cara ewil Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi telefonê bi malbata xwe re axifî. Serdozgeriya Komarê ya Rihayê gazî birayê wî Mehmet Ocalan kir û hevdîtina bi telefonê li dozgeriyê pêk hat. Ocalan, di hevdîtina telefonê de qewimînên li Herêma Kurdistana Federe nirxandin û ji bo "Yekîtiya neteweyî ya kurd" bang kir. Her wiha di hevdîtinê de peyam jî da HDP'ê. 
 
Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay ku bi salan parêzertiya Ocalan kiriye, hevdîtina bi telefonê hat kirin, nirxandin û bangawaziyên Ocalan û tecrîda ku hê jî didome nirxandin. 
 
Gunay, bal kişand ser tecrîda ku bi salan e didome û got: "Hikûmeta AKP'ê di polîtîkaya xwe ya tecrîdê de israr dike, tu guhertin nekirine. Piştî hevdîtina dawî ya di 5'ê Nîsana 2015'an de hat kirin heya niha hevdîtinên malbat û parêzeran ên li Girava Îmraliyê hemû di pêvajoyên awarte de hatine kirin. A rast hikûmeta AKP'ê naxwaze dengê Îmraliyê bê bihîstin, naxwaze pêwendiya Îmraliyê û civakê bê danîn. Hevdîtina dawî ya malbatan û hevdîtina beriya wê ya ji ber şewata li Îmraliyê, ji ber fikarên civakiyî bû. Hevdîtinên parêzeran ên di dema greva birçîbûnê de jî destkeftiyeke greva birçîbûn bû." 
 
Gunay, diyar kir ku ji ber ku hikûmet naxwaze projeyên çareserî û demokrasiyê pêş bixekivin di polîtîkayên xwe yên şerî û polîtîkaya xwe ya tecrîdê de israr dike û her diçe vê yekê kûrtir dike. 
 
'TENÊ NE JI BO KURDÊN LI TIRKIYEYÊ JI BO TEVAHIYA ROJHILATA NAVÎN ÇARESERIYÊ BERPÊŞ DIKE'
 
Gunay, ji bo bandora tecrîdê ya li ser Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn jî got: "Birêz Ocalan êdî tenê ne li Tirkiyeyê, bi paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn, ji bo hemû gelan, bawerî û muxalifan projeyeke çareseriyê berpêş dike. Yanî berdewamkirina vê tecrîdê tu bikî nekî bandorê li Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navîn jî dike. Rastiyek heye; heger hûn rabin bi tecrîdê bersivê bidin vîneke bi vî rengî ku prspektîfa çreseriyê berpêş dike, ev tê wateya ku hûn di polîtîkayên şerî de israr dikin." 
 
Gunay, destnîşan kir ku polîtîkayên şerî tenê ne li ser polîtîkayên navxweyî yên Tirkiyeyê ne, di polîtîkaya derve de jî polîtîkayeke şerî heye û bal kişand ser êrîşên li ser Mexmûrê. 
 
'DIVÊ HEYETEK SERBIXWE BIÇE GIRAVÊ'
 
Gunay, bal kişand ser rewşa şewba vîrûsa coronayê û bandora wê ya li girtîgehan û got: "Girtîgeh qadeke mezin a xetereyê ne. Çimkî li derve bi xwe mirov nikarin amûrên paqijiyê peyda bikin, nikarin xwe li dijî vîrûsê biparêzin. Îjar gava mirov li lez û beza wê ya belavbûnê mêze dike, ev yek ji bo girtîgehan dibe cihê pirsgirêkên mezin. Bi taybetî jî ji bo girtiyên nexweş, extiyar û di koma rîskê de dibe cihê pirsgirêkên mezin. Li Girava Îmraliyê jî rewşeke taybet derdikeve holê. Birêz Ocalan 70 sal derbas kirine û di warê hilmijînê de nerihetiyên wî hene. Daneyên bijîşkî dibêjin, kesên di warê hilmijînê de pirsgirêkên wan hebin vîrûs ji bo wan gefeke mezin e. Niha em nizanin li Îmraliyê li dijî şewbê tevdîrine çawa tên girtin. Hikûmet di vî warî de daxuyaniyên zelal nade. Vê hefteyê malbatan bi telefonê hevdîtinek çêkirin. Helbet ev girîng in, lê divê heyeteke tenduristiyê ya serbixwe biçe Îmraliyê, lêkolînan bike, şert û mercên tenduristî kontrol bike û tevdîrên bijîşkî yên li wir tên girtin li cihê cih bibîne." 
 
'RÊBAZEKE TECRÎDÊ YE' 
 
Gunay, ji bo bikarnîna mafê telefonê ku 21 sal şûnde cara ewil li Îmraliyê hat bikaranîn got: "Ev jî di şert û merceke awarte de pêk hat, şert û mercên şewbê de. Mixabin li Girava Îmraliyê mafên herî hiqûqî, daxwazên herî hiqûqî di şert û mercên awarte de tên bikaranîn. Li girtîgehên din girtiyên cezayê muebeta giran li wan hatiye birîn hemû bi awayekî rûtîn bi telefon bi malbatên xwe re diaxifin û ev mafeke asayî û qanûnî ye. Lê belê ev maf ji bo Birêz Ocalan tu carî nehat bikaranîn. Cara ewil di pêvajoya şewbê de hat bikaranîn." 
 
Her wiha Gunay ji bo hevdîtina telefonê ku li edliyeyê pêk hat jî destnîşan kir ku ev jî girêdayî hiqûqa taybet a li giravê ye. Gunay, got: "Ev rewşeke girêdayî hiqûqa dijminahiyê ye ku li giravê pêk tê. Gava girtî bi telefonê bi xizmên xwe re biaxifin, belgeyek didin îdareyê û rasterast telefonî wê nimrê dikin. Li tu derî naçin dozgeriyê. Yanî li meqama dozgeriyê tiştekî wiha nepêkan e. Ev bi her awayî rêbazeke tecrîdê ye. Di vê pêkanînê de jî rewşeke bêhiqûqî heye, rewşeke dijî hiqûqê heye." 
 
Gunay, destnîşan kir ku helbet hevdîtin bi telefonê girîng e, lê belê nebûye cihê ku fikarên raya giştî ji holê rabin û got, ji bo fikarên raya giştî ji holê rabin divê malbat û parêzer hevdîtinan pêk bînin. 
 
Gunay, bal kişand ser nirxêndin û bangawaziyên Ocalan ên der barê qewimînên li Herêma Kurdistana Federe de û yekîtiya neteweyî. Gunay, diyar kir ku ne cara ewil e ku Ocalan ji bo yekîtiya kurdan û aştiya Rojhilata Navîn bang dikeû got: "A rast di tu hevdîtinê de Birêz Ocalan ji pozîsyona xwe tawiz nedaye û her tim bang li raya giştî kiriye. Birêz Ocalan tim û tim mijara yekîtiya neteweyî ya kurd bilêv dike. Vê carê jî bal kişandiye ser û ev jî helwesta xwe ya di vî warî de hê jî diparêze. Tişta ku kurdan bike hêze, yekîtiya neteweyî ye. Wê li vê axê bibe munasebeta aştî û biratiyê. Ji ber ku ew qas girîng e ku Birêz Ocalan tim û tim bilêv dike. 
 
MA / Ozgur Paksoy