Ziyareta Dolmabahçe bû ‘raz’ û gelê Kurd berdêla wê da

img

ENQERE - Di ser hevdîtina navbera Yaşar Buyukanit û Erdogan a li Dolmabahçe de ku Buyukanit gotibû 'Wê bi min re biçe gorê' re 13 sal derbas bûn. Lê hêj naveroka hevdîtinê wekî "raz"ekê veşarî ye. Cîgirê Serokwezirê wê demê Abdullatif Şener, ji bo hevdîtinê got “Mijarên hasas axivîn" Siyasetmedarê Kurd Sirri Sakik jî got "Gelê Kurd berdêla vêye yekê da."  

 
Li Tirikyeyê piştî muhtiraya 27'ê Nîsanê di 5'ê Gulana 2007'an de di navbera Serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan û Serfermandarê Giştî yê Artêşê Yaşar Buyukanit de li Dolmabahçe 135 deqîqeyan hevdîtinek pêk hat. Di ser vê hevdîtna ku wekî “raz" tê zanîn re 13 sal borîn. Lê hêj naveroka vê hevdîtinê ronî nebûye. Hevdîtina ku di 5'ê Gulanê de pêk hat, yek ji rûpelên tarî yên dîroka Tirkiyeye ye. Vê pêvajoyê beriya hilbijartina Serokomariyê, di Civîna Agahdarkirina Capemeniyê ya 12'ê Nîsanê de ku li Serfermandariyê pêk hat dest pê kir. Serfermandariyê wê demê got "Pêdivî bi Serokomarekî ku ne şiklî bi cewherî girêdayî rêgezê bingehîn ê Ataturk be heye. Wê demê namzetê AKP’ê Wezîrê Karên Hundir Abdullah Gul bû. 
 
QEYRANA LI MECLÎSÊ 
 
Li meclisê di 27'ê Nîsanê de ji bo hilbijartina Serokomariyê bijartin çêbû. Di tûra ewil de namzetê AKP’ê Gul 361 deng girt. CHP, ji bo hilbijartinê diyar kir ku divê herî kêm 367 dengan bigire û serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan. Piştî wê Serfermandariyê li ser malpera xwe e-muhtira weşand û belavokek belav kir. Piştî e-muhtirayê, di 5'ê Gulana 2007'an de di navbera Serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan û Serfermandarê Giştî yê Artêşê Yaşar Buyukanit de li Dolmabahçe 135 deqîqeyan hevdîtinek pêk hat. Ev hevditin bû sedema niqaşên zêde. Erdogan wê demê got “Ger ku Buyukanit aşkere bike ez ê ji aşkere bikim". Buyukanit jî got: "Ev hevdîtin dê bi min re biçe gorê". Buyukanit, di 21'ê mijdara 2019'an de mir û têkildarî vê mijarê tu agahî parve nekirin. 
 
OCALAN: BELAVOK LI DIJÎ ME BÛ
 
Wê demê têkildarî vê hevdîtina ya naveroka wê tê meraqkirin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê bi rêya parêzeran di 15'ê Hezîrana 2007'an de wiha got: "Belavoka Serfermandariyê der barê min de ye. Li Tirkiyeyê siyaset qetimî ye. Min di parêznameya xwe de çarseriyên siyasî yên ku vê xetimandine vekin pêş xist. Min hewldanên neçareserkirinê yên hin kesan jî teşîr kir. Dibe ku ev hez ji ber vê yekê bêzar bûbin. Ji bandora parêznameya min ditirsin. Min piştre fam kir ku Serfermandariyê piştî 27'ê nîsanê ev yek weşandiye. Sibeha ku belavok hat belavkirin min parêznameyên xwe teslim kiribûn. Aşkere xuya ye ku parêznameya min hin kes aciz kirine. Blavoka serfermandariyê di rastiyê de ne li diji kesên laiklikê ne. Ev belavok di cewherê xwe de li dijî me hatiye weşandin. Min peyam girt." 
 
DEST BI OPERASYONA ERGENEKONÊ KIRIN
 
Piştî hevdîtina Serfermandariyê mehek şûnde dest bi operasyona Ergenekonê kirin. Hat idîakirin ku Buyukanit di pêvajoya Ergenekonêde soza bêdeniyê dabû. 
 
PIŞTÎ HEVDÎTINÊ LI DIJÎ KURDAN OPERASYONÊ DEST PÊ KIR
 
Piştî hevdîtina Erdogan-Buyukanit, li dijî siyasetmedarên Kurd operasyonê da destpêkirin. Di navbera salên 2009-2012'an de Şaredar, rêveber û endamên meclîsan ên siyaseta kurd hatin girtin. Ocalan, ji bo vêyekê di hevdîtina 23'ê Sibata 20137an de got "AKP’ê bi darbekaran re hevkarî kiriye. Dîsa di hevdîtina navbera Erdogan û Buyukanit de di mijara wêdekirina darbekaran û Kurdan de li hevhatinek heye. Ji bo ku ev lihevkirina wan xera bibe aştî şert e. Eger ku em aştî û çarseriyê ava nekin, em operasyonên KCK'ê û hewldanên provokasyonan derbas nekin, wê demê aştî xeyal e. Baykal karên xwe yên qirêj dewrî AKP'ê kir." 
 
4 SAL ŞÛNDE HEWLDANÊN DARBEYÊ
 
Di vê pêvajoyê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe de dem bi dem qala hişyariyên li dijî darbeyan dikir. Di heman demê de parlamenterên DTP'ê ji bo hewldana darbeya mijdara 2012’an bê lêkolînkirin pêşniyarname da meclîsê. Partiyên din jî pêşniyarname dan. Bi hevkariya 4 partiyan di 2'ê Gulana 2012'an de di serokatiya Parlamenterê AKP'ê Nimet Baş de “komîsyona Lêkolîna Darbe û Muhtırayan " hat avakirin. 
 
Komîsyonê di 17'ê mijdara 2012'an de îfadeya Buyukanit girt. Buyukanit got, "Hevdîtin tesaduf çêbû. Ne razza dewletê ye. Lê mijarên hasas bûn. 
5 sal şûnde der barê Buyukanit de têkildarî e-muhtirayê lêpirsîn hat vekirin. 
 
SAKIK: KURD MEXDÛR BÛN 
 
Siyasetmedarê Kurd Sirri Sakik, der barê vê hevdîtina navbera Erdogan û Buyukanit de got: "Mafê rastiya Tirkiyeyê bi xwe re birin goristanê. “Em wê deme helwesta Serfermandar û fermandarên hêzan ên li dijî Abdullah Gul dizanin. Wê demê rastiya têkiliyên di navbera AKP-Cemaetê de rastiyek bû. Operasyona  Ergenekonê pêk hat. Agahiyên ku rayedarên Cemaetê Erdogan îkna kiriye hat parvekirin. Piştî pevçûna navbera îqtidarê îqtîdar radestî beşekê kirin. Bandora van geşedanan xwe li ser axa Kurdan nişan da. Di têkiliyên navbera Erdogan û Buyukanit de herî zêde Kurd mexdur bûn. Kurdan berdêla vê yekê da. 
Piştî pevçûna navbara AKP-Cemaetê bersûcên Ergenekonê hatin berdan. Ev ne tesadufî ye. Wê demê îqtîdar teslîmî cemaetê bû. Piştî darbeya cemaetê teslîmî Ergenekonê ya di kurahiya dewletê de vaşarî ye bû. Îro gelek mirov ji ber vê yekê bedelan didin. 
 
ŞENER: MIJARÊN HESAS AXIVÎN 
 
Cîgirê Serokwezirê wê demê Abdullatif Şener, ji bo hevdîtinê got “Mijarên hasas axivîn" Şener ani ziman ku gelek mijar di bin vê yeke de veşarî ne û wiha got: “Xuya ye ku Buyukanit 'Nerina eskeran' a Nirxên Komariyê di bin gefan de ne, anin ziman. Li hemberî vê yekê jî îhtimala ku Serokwezir gotiye belavoka ku wekî muhtıra ye ne rast e. Dîsa di vê hevdîtinê de îhtimala ku 'Dê serokomar kibe?' niqaş kirine. Her du aliyan jî têkildarî naveroka hevdîtinê daxuyanî nedan. Lê xuya ye ku mijarên hasas axivine. 
 
 
MA / Berivan Altan - Diren Yurtsever