HDP’ê bi sefîrên 18 welatan re hevdîtin pêk anî

img

ENQERE – Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy bi sefîrên 18 welatan re bi vîdeo konferansê civîn li dar xist. Ozsoy bang kir ku YE û KE li dijî guhertina yasaya înfazê bêdeng nemînin.

 
Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy bi sefîrên 18 welatan re têkildarî geşedanên li Tirkiyê bi vîdeo konferansê civîn li dar xist. Sefîrên welatên Yekîtiya Ewrûpa, DYA, Kanada, Îngîlîstan, Elmanya, Fransa, Îtalya, Hollanda, Belçîka û Îspanya di civînê de amade bûn.
 
Ozsoy têkildarî mijarên wek guhertina yasaya înfazê, têkoşîna bi koronayê re, tayînkirina qeyûmên şaredariyên partiya xwe, êrişên li dijî partiya xwe, geşedanên li Bakûrê Sûriyê û guhertina demografiya li Bakurê Sûriyê, êrişên li dijî goristanan, rewşa tenduristiya girtiyên siyasî û çalakiyên rojiya mirinê axivî. Ozsoy bi taybetî li ser guhertina yasaya înfazê ya bi şîrîkatiya AKP-MHP’ê pêk hat rawestiya û bang li van welatan kir ku Yekîtiya Ewrûpa û Konseya Ewrûpa divê li dijî guhertina yasaya înfazê bêdeng nemînin.