Dede: Divê AYM nebe hevparê sûcê AKP-MHP’ê

img
WAN –Alîkarê Hevserokê Giştî yê ji Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar ê HDP’ê Umît Dede, bang li AYM’a ku wê sibê ji hêla şeklî ve sererastkirina înfazê lêkolîn bike kir û ev tişt got: “Divê AYM nebe hevparê sûcê ku AKP-MHP’ê kirine.”
 
Alîkarê Hevserokê Giştî yê ji Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar ê HDP’ê Umît Dede, têkildarî sererastkirina înfazê ku dê sibê Dadgeha Destûra Bingehîn ji hêla şeklî ve wê lêkolîn bike, daxuyanî da. Dede, daxuyaniyê li avahiya partiya xwe ya Wanê da û bang li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) kir ku peywira xwe ya dîrokî bi cih bîne.
 
BERPIRYARIYA AYM’Ê DÎROKÎ YE
 
Dede, diyar kir ku li gel hemû bangên wan û rêxistinen sivîl jî AKP-MHP’ê guhê xwe girtine û ji bo berdana alîgirên xwe sererastkirineke înfazê ji meclisê derbas kirine û wiha got: “Di qanûna gotina mijarê ye de gelek kêmasî hene. Daraza ku di bin kontrola birêvebirinê de ye, di 5 salên dawîn de ji bo kotrolkirina kesên muxalîf a bi destê darazê gelek tişt kiriye. AYM li dijî sererastkirina îfazê ya AKP-MHP’ê bi berpirsyariyeke dîrokî re rû bi rû ye.”
 
DIBE KU BI BIRYARA AYM’Ê GIRTÎGEH NEBIN MALÊ MIRINÊ
 
Di berdewama daxuyaniya xwe de Dede, bal kişand ser rola AYM’ê ya ji bo sererastkirinê û ev tişt got: “AYM, bi biryara ku bide hem dikare bibe hevparê sûcê ku AKP-MHP’ê bi hezaran girtiyan terkî mirine kirine û hem jî dikare li gorî şertên hiqûqî yên kadî tevbigere, wijdanê civakê rehet bike û destûr nede ku girtîgeh wergerên malên mirinê. Em bang li hemû rêxistinên sivîl, akademisyen û raya giştî dikin ku nebin hevparê vî sûcî û dengê xwe bilind bikin.”