Oluç: Îqtîdar dixwaze hişê mexdûriyetê ava bike

img

ENQERE - Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, diyar kir ku îqtîdar ji bo di nava civakê de xwe wekî mexdûr nîşan dibe dest bi avakirina hişekî kiriye. Oluç, êrîşên li dijî gorên zarokên Kurd jî rexne kir û anî ziman ku ev êrîş nayên qebûlkirin    

Wekîlê Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Oluç, li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Oluç, têkildarî geşedanên di rojevê de axivî. Oluç, bal kişand ser darvekirina Rêberê Artêşa Rizgariya Gelê Tirkiyeyê (THKO) Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyin Înan ên di 6'ê Gulana 1972'an de hatin darvekirin û wiha got: "Di bin baneyê vê meclisê de darvekirina mirovan hat erêkirin. Di dîroka Tirkiyeyê de wekî rûpelek reş hat nivîsîn. Gezmiş li sêdarê got “Bijî biratî û têkoşîna serbixwe ya gelê Kurd û Tirk". Em vê gotina wî ji bîr nakin û têkoşîna me didome."
 
Oluç, bal kişand ser çalakiya Endamê Grup Yorum Îbrahim Gokçek ê di roja 323’an de çalakiya rojiya mirinê bi dawî kir û wiha got: "Ji ber ku Gokçek jiyana xwe ji dest neda em kêfxweş in. Em jî wekî partiyê ji bo piştgiriyê bidin têkoşîna wî çi ji destê me bê em ê bikin."  
 
ME PÊŞNIYARQANÛNA BUTÇEYÊ AMAED KIR
 
Oluç, da zanîn ku Endamê Komîsyona Plan û Butçeyê ya HDP'ê pêşnûmeqanûna ku ji 10 xalan pêk tê amade kiriye û wiha berdewam kir: "Ji bo pêdiviyên bingehîn bêne pêşwazîkirin divê butçeya 2020'an ji nûve li ber çavan bê girtin. Eger butçeya 2020'an li gorî pêdiviyên gel hatibûya amadekirin îro ev pirsgir3ek dernediketin holê. 
 
DIVÊ ÇAVKANIYEN JI ŞER RE TÊN VEQETANDIN JI BO GEL BÊ VEQETANDIN
 
Oluç, bal kişand pereyên ku ji bo şer û hevkarên Qesrê tên veqetandin û wiha lê zêde kir: "Çavkanî û pereyên ku ji Qesrê, Hevkarên Qesrê û şer re tên veqetandin, divê ji bo pêdiviyên gel ên esasî bên veqetandin. Çavkaniyên ku tenê ji bo ji Sedî 1ê Civakê tên tên veqetandin, Divê li beşa civakê ya ji sedî 99’an bê parvekirin. Para ji sedî 99'an tenê ji bo ji sedî 1'an tê veqetandin. Em dixwazin wezareta karên hundir beşek para xwe ji fota betaliyê re veqetîne. Divê ji bo hemû kesên betal heta 6 mehan mehê 2 hezar û 500 TL pere bidin wan. Dîsa ji butçeya Serokomar divê parekê bidin esnafan. Ji bo esnafan heta 6 mehan her mehê 2 hezar û 500 bidin esnafgan. 
 
Niha niqaşên darbeyê dane destpêkirin. Bi vê niqaşe dixwazin hişê mexdûriyetê ava bikin. Em dipirsin çima Wezîrê Parastinê Hulusi Akar bêdeng e. Çima daxuyaniyê nade. Ji ber ku niqaşek wisa tune ye. Dixwazin xwe mexdur nîşan bidin. 
 
ÊRÎŞÊN LI DIJÎ GORAN NAYÊ QEBÛLKIRIN
 
Oluç, bal kişand ser êrîşên li dijî gor û goristanên zarokên Kurdan û wiha bi dawî kir: "Kevirên goran tên kişandin. Nivêsê li ser keviran tên jêbirin. Ji aliyê mirovahiyê ve nirxên mezin tên tunekirin. Ev yek qet nayê qebûlkirin. Em vê yekê tu carî qebûl nakin. Eger hûn piçekî qîmet didin mirovan dest ji vê yekê berdin. Em tu carî van êrîşan ji bîr nakin."