Gelo rast e ku li Mêrdînê testa 18 gardiyanan pozîtîf derketiye?

img
ENQERE – Parlamentera HDP’ê Pero Dundar, nûçeyên derbarê Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ku hatibû ragihandin 18 gardiyan bi vîrûsê ketine, ji Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul pirsî.
 
Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, nûçeyên derbarê Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ku hatibû ragihandin testa vîrûsê ya 18 gardiyan pozîtîf derketiye, bi pêşnûmepirsekê bir rojeva Meclisê. Dundar, di pêşnûmepirsa xwe de têkildarî mijarê ji Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul pirsan pirsî û xwest ku Gul pirsên wê bibersivîne.
 
Dundar, di pêşnûmepirsa xwe de destnîşan kir li gel ku gelek xwestiye xwe bigihîne rêveberiya girtîgehê jî rêveberiya girtîgehê têkildarî mijarê tu agahî pê re parve nekiriye û ev pirs ji Wezîr Abdulhamît Gul kirin:
 
“*Agahiya ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê testa 18 gardiyanan pozîtîf derketiye rast e?
 
* Têkildarî daxuyanî nedana rêveberiya girtîgehan fermanek heye? Heke hebe, ev ferman ji aliyê kî/ê ve bi kîjan hinceta qanûnî hatiye dayîn?
 
* Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê testên girtiyan hatine kirin?
 
* Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çend girtiyên ku encamên testên wan pozîtîf derketine hene? Girtiyên ku testên wan pozîtîf dertên tên tedawîkirin?
 
* Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê di kîjan astê de dezenfekte tê kirin?
 
* Girtî lepik û berdevkan bi pereyan dikirin? Heke bi pereyan bikirin, bihayê lepik û berdekan çi qas e?
 
* Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çend girtiyên temen mezin û pêwistiya wan bi lênêrînê heye?
 
* Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê çend girtiyên jin û zarok hene?
 
* Têkildarî mudaxaleya vîrûsa koronayê ya girtiyan plansaziyeke wezareta heye?"