HDP’ê xwest butçeya 2020’an were guhertin

img
ENQERE – HDP’ê ji bo guhertina butçeya sala 2020’an teklîfa qanûnê pêşkêşî Meclîsê kir û xwest ji vê butçeyê destek ji bo esnafan were veqetandin.
 
HDP’ê ji bo ku li dijî vîrûsa koronayê bi armanca ewlehiya aborî ji bo welatiyan were dabînkirin, 10 xal “Daxwaza Pêşnûmeya Derbarê Qanûna Butçeya Sala 2020'an” de pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kir.
 
Di hênceta teklîfa ku bi îmzeya endamên Komîsyona Plan û Butçe ya HDP’ê hat amadekirin de hat diyarkirin ku ji ber şewbê welatî li gel tengezariyên tenduristiyê bi tengezariyên gelek mezin ên aborî re hevrû mane. Di teklîfê de hat destnîşankirin ku di pêvajoya şewbê de her ku diçe aborî kûr dibe û veguheriye krîzekê û ji bilî sermayeya alîgir a ji sedî 1’ê ku nêzî îqtîdarê ye beşên mayî bi tengezariyên cidî yên aborî re hevrû mane.
 
‘ÇAVKANIYÊN WELAT TÊ ÎSRAFKIRIN’
 
Di hênceta teklîfê de hat diyarkirin ku xelk nikare pêdiviyên xwe dab^n bike û wiha hat gotin: “Rejîma yek zilamî bi salane li welat ji ber polîtîkayên îsraf dike, çavkaniyên cemaweriyê qedandiye. Heke ku çavkaniyên butçeya sala 2020’an ji bo pêdiviyên bingehîn ên xelkê bihata veqetandin, wê rewşek wiha pêk nehata û wê ji bo xelkê destekek ku cudakarî nehata kirin dê bihata dabînkirin.”
 
Di teklîfê de hat diyarkirin ku pêwîste tercîhên xerckirina butçeya sala 2020’an were guhertin û Meclîs div î warî de gav biavêje û wiha hat gotin: “Butçeya sla 2020’an butçeya qesrê, sermayê û şer e.”
 
10 xalên di teklîfê de cih digirin wiha ne:
 
“* Butçeya ji bo Wezareta Karên Navxweyî hatiye veqetandin divê ji bo 6 mehan 2.500 lîre ji bo xelkê destek were dabînkirin.
 
* Ji butçeya Serokkomariyê ji bo esnafên kargehên xwe girtine divê ji bo 6 mehan her mehê 2.500 lîre destek were dayîn.
 
* Qismek butçeya Wezareta Netewî ya Parastinê ji bo razemeniya deynê cotkaran û desteka cotkaran were razandin.
 
* Butçeya ji bo weqf û komeleyên ‘alîgar’ ku hatine veqetandin divê ji bo deynê ciwanên ku li Sziya Wargehên Kredî mane were razandin û deynê wan were safîkirin.
 
* Divê razemeniya ji bo şirketên ‘alîgir’ hatiye dayîn were rawestandin û çavkaniyên bi destan hatiye bidestxistin, ji bo pêdiviya ceryan, gaza xwezayî, av û înternetê wek mayînde bêpere bibe.
 
* Razemeniya mîsoger a ji bo şîrketên ‘alîgir’ tê kirin divê were rawestandin û çavkaniya bi destan tê bidestxistin ji bo hemû xizmetên tenduristiyê bêpere were bikaranîn.
 
* Divê di cemaweriyê de dawî li maşîneyên luks û saltanata balafiran were û meaşê herî kêm yê teqewîtê bibe 2 hezar û 500 lîre.
 
* Pêwîste muçeyên serokkomar, parlamenteran û personelên cemaweriyê yên di asta bilind de dakeve ji sedî pêncî.”