Şandeya HDP'ê li Qersê ye: Tehemulê xebatên gelparêziyê nakin

img

QERS - Şandeya HDP'ê serdana Şaredariya Qersê kir. Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogullari di serdanê de axivî û got: "Desthilat çavê wê lê bar nebû ku piştevaniya gel hate kirin. Wan maske jî nedan. Dema wê ye ku em li şaredariyê xwedî derkevin.''

 
Şandeyek ji parlamenter û hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk tê çû serdanan Şaredariya  Qersê. Hevşaredarên Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen şandeya HDP'ê pêşwazî kir. Di şandeyê de Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) parlamenterê Agiriyê Berdan Ozturk, Parlamentera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Parlamenteên Mûşê Şevîn Çoşkûn û Mensûr Işik, Parlamentera Amedê Semra Guzel, Parlamenterê Sêrtê Sidik Taş, Parlamentera Edenê Tulay Hatîmogûllari Orûç û hevşaredaran cih girtin. Hatîmogullari di serdanê de axivî û bal kişand êrîşên li ser Şaredariya Qersê yên di demên dawî de zêde bûne.
 
Hatîmogullari got Şaredariya Qersê bi meclîseke wiha ya şaredariyê dixebibe ku dikare ji Tirkiyê re bibe modêl û diyar kir ev meclîs bi temamî ji bo gelê Qersê, ji bo ku bajêr ji nû ve ava bike dixebite û ji ber vê jî AKP û MHP çavnebariyê lê dikin.
 
Hatîmogullari her wiha got Kampanyaya Xwîşk û Biratiyê dikine hedef, di van rojan de ku hewceyî bi piştevanî û hevkarbûnê heye dixwazin rêveberiyên xwecih bêkêr bikin, çavê wan lê bar anbe ku rêveberiyên xwecih piştevanê gel be û li dijî pandemiyê têbikoşe.
 
Hatîmogullari her wiha got Şaredariya Qersê ji bo ku rê ji berjewendiya çeteyan re venake bûye hedef, ji bo ku bi rengekî paqij dixebite êrîşe tîni ser û bang li gelên Qersê kir ku li dijî êrîşa li Şaredariya xwe û hevserokên xwe xwedî derkevin.