HDP’ê banga eşkerekirina revandina Kûyûn li Waliyê Wanê kir

img

WAN – Rêxistina HDP’ê ya Wanê têkildarî revandina endama Meclîsa HDP’ê Hatîce Buşra Kûyûn daxuyanî da û got ew berpirsiyarê bûyerê walî dibinin û xwest walî daxuyanî bide.

Rêxistina HDP’ê ya Wanê têkildarî revandina endama Meclîsa HDP’ê û endama Desteya Rêveberiya Ciwanên HDP’ê Hatîce Buşra Kûyûn daxuyanî da. HDP’ê li avahiya xwe daxuyanî da û rêveberên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), DBP û Partiy Însan û Azadiyê beşdar bûn.
 
'EM Ê PAŞDE GAV NEAVÊJIN’
 
Hevserokê Rêxistina HDP’a Wanê Okkeş Kava daxuyanî da û bi bîr xist ku siyasetmedarên kurd ji salên 90’î vir ve bi rêbazên kuştin, revandin û gef xwarinê re hevrû mane û got: “Ji van bûyerên revandin û gefên li wan tê xwarin Waliyê Wanê û emniyeta Wanê jê berpirsiyar in. Em bang li walî dikin ku demildest têkildarî bûyerê daxuyanî bide. Bila viya baş were zanîn ku wê tu hevalên me li hember van gef û şantajê we paşde gav neavêje. Em li dijî van gefên we hin bêtir xwe li dora xelkê xwe dikin xelek û têkoşîna xwe mezintir dikin. Em ê ji niha şûnve bi îradeyek mezintir xebatên xwe birêve bibin.”
 
'QIRKIRINA SIYASÎ DIDOME’
 
Kava da zanîn ku ew van sepanên tên birêvebirin ji salên 90’î dinasin û çawa ku sepana revandinê ya torosên spî bi serneketin dê ev sepan jî bi sernekevin û got: “Li gel van sepanên revandin û gefxwarinê, qirkirina siyasî ya li dijî partiya me dewam dike.”
 
BANGA ÎSTÎFAYÊ KIRIN
 
Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî têkildarî revandina Kûyûn daxuyanî da û banga îstîfayê li Waliyê Wanê kir.