Îpekyuz: Çavkaniyan li şûna şer ji bo civakê xerç bikin

img
ENQERE - HDP'ê ji bo Butçeya 2020'an bê guhertin, pêşniyarqanûn da meclîsê û xwest butçeya 2020'an bê guhertin. Parlamenterê HDP'ê Necdet Îpekyuz, têkildarî pêşniyarqanûna axivî û xwest butçe û çavkaniya ku ji bo şer hatiye veqetandin ji bo civakê bê veqetandin.
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya têkoşîna li dijî vîrûsa Covît-19 de xwest Butçeya Rêveberiya Navendî ya 2020'an bê guhertin û çavkaniyên ji bo şer û ewlehiyê hatine veqetandin ji bo pêwistiyên civake bê veqetandin. HDP'ê ji bo guhertinê pêşniyarqanûna ku ji 10 xalan pêk dihat da meclîsê. Endamê Komîsyona Plan û Butçeyê ya HDP'ê û parlamenterê Êlihê Necdet Îpekyuz, diyar kir ku Tirkiye di nava qeyrana aborî de dijî û li gel vê yekê butçeya Tirkiyeyê ji şer û Qesrê re hatiye veqetandin. Îpekyuz, bal kişand ser pakêta hikûmetê ku di çarçoveya şewbê de aşkere kir û wiha got: "Tu fêdeya vê pakêtê ji bo jiyana civakê tune ye. Ji ber vê yekê me ev pêşniyarqanûn amade kir. Bi vê pakêta hikûmetê piştgiriyê didin ji sedî 1'e Tirkiyeyê û ji sedî 99’ê civakê jî paşguh dikin. Ev pakêt dê bêtir qeyrana heyî kûr bike. Dê betalî û xizaniyê zêdetir bike. Niha mirov ketine nava birçîbûn û şewba vîrûsê. Welatî diyar dikin ku an kar bikin dê ji ber vîrûsê bimirin û li mal jî bimînin dê ji birçîna bimirin." 
 
PÊDIVÎ JI ÇAVKANIYEK NÛ TUNE YE' 
 
Îpekyuz, destnîşan kir ku pêwist e meclîs dîsa kom bibe û wiha lê z êde kir: "Pereyên ji bo polîtîkayên ewlehiyê ya Wezareta Karên Hundir tên xerçkirin, pereyên Qesrê yên şerçkirina veşarî, pereyên li Wezareta Parastinê tên xerçkirin, divê ji sedî 99’ê wan ji bo gel bên veqetandin. Dema ku butçe bi edalet bê parvekirin hewce bi çavkaniyek din tune ye. Dema em li parvekirina vê butçeyê dinerin em dibînin ku piranî ji bo hevkarên xwe xerç kirine û veqetandine. Em dixwazin ji van pereyan heta 6 mehan ji bo karkeran û jinan her meh ji bo şexs 2 hezar û 500 TL b pere bê razandin. Dîsa ji pereyên Serokomariyê heta 6 mehan her mehê ji bo her esnafî 2 hezar û 500 TL pere bê dayîn. Divê ji bo fatûrayên av, ceyran û xaza xwezayî piştgirî bê dayîn û welatî bê pere sûdê ji xizmeta tenduristiyê bigire. Divê her meh 2 hezar û 500 TL piştgirî bê dayîn. Em dibêjin bila meaşê Serokomar û wekîlan ji sedî 50 bê qutkirin. Pereyên ji bo şer tên veqetandin bila ji bo civakê bê veqetandin." 
 
Îpekyuz, anî ziman ku li aliyekî banga "Li mal bimînin" li gel dikin û li aliyê din mirov xizan nin û wiha bi dawî kir: "Ger ku em derbasî jiyanek asayî bibin wê demê pêdivî bi pergalek nû ya aboriyê heye. Di serî de divê pêdiviyên çandiniyê bên pêşwazîkirin. Li ser zexîreyên bingehîn stratejiyek bingehîn pê pêşxistin. Divê ji bo mirovan çi bê kirin ev yek bê plankirin. Rêjeya betaliyê zêde bûye. Esnaf diyar dikin ku pakêtên hatin amadekirin ji sedî 90 negihiştiye wan. Zozan tên qedexekirin. Dixwazin aboriya herêmê bi temamî têk bibin." 
 
MA / Diren Yurtsever