Koç: AYM dikare nîşan bide ku Qanûna Bingehîn heye

img

ENQERE – Endamê Komîsyona Edaletê yê HDP’ê Abdullah Koç diyar kir ku divê AYM têkildarî guhertin înfazê zû biryar bide û got: “AYM bi vê biryara xwe dikare nîşan bide ku Qanûna Bingehîn heye.”

Endamê Komîsyona Edaletê ya HDP’ê Abdullah Koç biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) a ku ji bo serlêdana CHP’ê ya li dijî guhertina yasaya înfazê ku ket meriyetê were betalkirin dabû nirxand. Koç diyar kir ku hêj dema guhertin li Komîsyona Edaletê dihat nirxandin wan gotiye li dijî Qanûna Bingehîn e û lê ew daxwaza wan hatiye redkirin. Koç diyar kir ku ev ne guhertin e ‘efûyek taybet e’ û got: “Guhertin ne bi edaletî û wekhevî pêk hat. Guhertin ji ber ku li Meclîsê ew zêde bûn pêk hat. Bi piraniya xwe pêk anîn. Hemû gilî û gazinên me ji aliyê îqtîarê ve hatin redkirin û nehat pejirandin. Ev guhertin di her warî de li dijî Qanûna Bingehîn e. Binpêkirina Qanûna Bingehîn e. Em hêvîdarin dê Qanûna Bingehîn li gorî biryar û hiqûqa gerdûnî ya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê biryara xwe ya ji bo guhertina înfazê bide. Divê Dadgeha Qanûna Bingehîn têkildarî guhertin înfazê zû biryar bide. Dadgeha Qanûna Bingehîn bi vê biryara xwe ku ji bo guhertina înfazê dikare hem li Tirkiyê û hem jî li qada navnetewî nîşan bide ku Qanûna Bingehîn li Tirkiyê heye. Edaleta ku dereng bikeve ne tu edalet e. Her ku edalet derengî bikeve dê binpêkirina mafan jî zêde bibe.”
 
MA / Bêrîvan Altan