Şere bi miriyan re nayê qezençkirin

img
ENQERE – Parlamentera HDP’ê Şevîn Coşkûn, ji bo cezakirina êrîşkarên goristanan û telafîkirina travmaya malbatan daxwaza lêkolîna meclisê kir û ev tişt got: “Ne pêkane ku tu desthilat şerê bi miriyan re qezenç bike.”
 
Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn, ji bo lêkolînkirina êrîşên ku di rojên dawîn de li dijî goristanan zêde bûne, girtina bergiriyan û tespîtkirina êrîşkaran, pêşniyaznameya lêkolînê da meclisê. Coşkûn, di binasiya pêşnîyaznameya xwe de bi bîr xist ku di dîrokê de goristan weke cihê bîranînê pîroz hatine qebûlkirin û destnîşian kir ku pîrozbahiya goristanan di heman demê destnedayînê da goristanan û wiha got: “Di hiqûqa gerdûnî de êrîşa li dijî goristanan weke sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê hatiye qebûlkirin.”
 
ÊRÎŞA GORAN ÊRÎŞA HEBÛNA KURDAN E
 
Coşkûn, destnîşan kir ku êrîşên goristanan malbat û civakê ber bi travmayên tûnd ve biriye û ev tişt anî ziman: “Hedefgirtina tîpên kurdî û rengên neteweyî yên kurdan, li dijî nirxên çandî û hebûna kurdan êrîş e. Hedefgirtina gorên civaka kurd, careke din neçareseriya Pirgirêka Kurd derxistiye holê. Desthilata heyî ji bilî tundiyê tiştekî ku bide civakê nameye.”
 
DAXWAZ LÊKOLÎNÊ
 
Di berdewama pêşnîyaznameya xwe de Coşkûn, diyar kir ku ne pêkane ku tu desthilat şerê bi miriyan re qezenç bike û ev tişt got: “Divê zanîn ku hêza rêxistinbûna civakê, remz û bîra ku bi goran hatiye avakirin, ji hemû wesfên tundiyê bihêztir e. Ji bo demokratîkbûn, aramî û aştiya Tirkiyeyê divê ev polîtîka bên terkkirin. Ji ber vê yekê em ji bo cezakirina êrîşkarên goristanan û telafîkirina travmaya malbatan daxwaza lêkolîna meclise dikin.”