Çima girtiyê bi nexweşiya pençeşêrê nayên tedawîkirin?

img

ÎZMÎR – Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay, rewşa girtiyê bi nexweşiya pençeşêrê û jana zirav Mehmet Salîh Fîlîz ku li Girtîgeha Odemîşê girtî ye, bir rojeva meclisê.

Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, rewşa girtiyê bi nexweşiya pençeşêrê û jana zirav Mehmet Salîh Fîlîz ku li Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê ya Îzmîrê girtî ye, bi pêşnûmepirsekê bir rojeva meclisê. Kemalbay, ji Serokatiya Meclisê daxwaz kir ku Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul pêşnûmepirsa wê bibersivîne. Kemalbay, di pêşnûmepirsa xwe de destnîşan kir ku di navbera salên 2017-1019’an de 39 jê girtiyên nexweş bi giştî 73 girtiyan jiyana xwe ji dest daye û têkildarî rewşa girtiyê nexweş Mehmet Salîh Fîlîz pirsan ji Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul kir. Kemalbay pirsa ku çima girtî Mehmet Salîh Yildiz ku nexweşiyên wî yên mîna pençeşêrê û jana zirav hene girtî tê darizandin kir û xwest ku wezîr gul aşkera bike ku çend girtiyên nexweş hene.