Işik: Pêdivî bi analîzên Ocalan heye

img

WAN - Parlementerê HDP'ê Mansûr Işik ku bi salan parêzeriya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kiriye, got: "Îqtidar, serdest li çareyeke baş digerin lê nabînin. Pêdivî bi dahurandin û analîzên Ocalan heye." 

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Mûşê Mansûr Işik, hevdîtina bi telefonê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku piştî 21 salan cara ewil pêk hat nirxand. 
 
PÊŞNIYARÊN OCALAN 
 
Işik, bal kişand ser girîngiya hevdîtinê û got: "Di vê pêvajoya pandemiyê de ku di warê aborî û civakî de krîz kûrtir bûne, di vê pêvajoya ku modernîteya kapîtalîst bi awayekî dorfireh tê nîqaşkirin de ev hevdîtin pir watedar e û loma bû sedema hêcanê. Çimkî di van pêvajoyan de serdest, îqtidar li çareyeke xelasiyê û baş digerin, lê nikarin bibînin. Îjar tam jî di van rojan de divê hiqûq ji bo her kesî pêk bê û fikr û pêşniyarên çareseriyê yên Birêz Ocalan bigihên raya giştî." 
 
Işik, anî ziman ku li gor qanûnê divê mafê telefonê du caran be û got: "Pêkanînan ku di dema pandemiyê de pêk hatiye divê ji bo Birêz Ocalan jî pêk bê. Heftê du caran, her carê deh deqîqe. Çimkî pir aşkere bûye ku êdî her tişt wekî berê nameşe. Pêdivî bi analîz û dahurandinên Birêz Ocalan heye." 
 
Her wiha Işik bal kişand ser cihê ku hevdîtin lê pêk hatiye jî û got, ev yek li dijî hiqûqê ye ku hevdîtin li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê pêk hatibû. 
 
Işik, got: "Îmralî pergalek e. Bi maseya krîzê bi salan hat birêvebirin. Niha hê jî bi heman awayî tê birêvebirin. Ji mafê hevdîtina parêzeran bigirin heya ê malbatan her tiş bi awayekî dijî qanûnê pêk tê. Ji mafê pêwendîdanînê bigirin heya mafê gihaniyê. Îjar niha jî ji bo telefonê gazî malbatê kirine û hevdîtin li edliyeyê pêk hatiye. Ev yek li dijî qanûnê ye, kêfî ye. Qanûn û mewzûat dibêje berî hevdîtinên hejmara telefona ku girtî dixwazin telefonî wê bikin didin îdareyê û di roj û saeta hatiye diyarkirin dê wê telefonî wê nimareyê bikin. Hevdîtina telefonê ya li odeya dozgeriyê ne li gor heq û hiqûqê ye û wê wekî lekeyeke reş di dîroka hiqûqê de cihê xwe bigire." 
                
MA / Cemîl Ûgûr