Gunay: Bila ji butçeya Serokkomariyê destekê bidin kesên mexdûr

img

AMED – Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku divê ji butçeya Serokkomariyê destek ji bo kesên pêdiviya wan bi alîkariyê heye were dabînkirin.

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay li Amedê têkildarî geşedanên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay di destpêka axaftina xwe enamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek ê duh jiyana xwe ji dest da bibîr anî û got AKP ji daxwazên wan re guhê girtiye. Gunay got berpirsiyarê mirina Îbrahîm Gokçek, Hêlîn Bolek û Mustafa Koçak îqtîdara AKP’ê û MHP’ê ye. Gunay di axaftina xwe de sê şoreşgeran Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan jî ji ber salvegera darvekirina wan bibîr anî û got HDP îro li ser xeta têkoşîna wan dixebite û têkoşîna wan birêve dibe.
 
BANGA VEKIRINA MECLÎSÊ KIR 
 
Gunay destnîşan kir ku li gel şewba koronayê berbelav dibe jî lê hikumet bi israr behsa pêvajoya asayîbûnê ya pandemiyê dike û got: “Pêşniyar û daxwazên tu aliyî esas nayên girtin. Navendên dan û sitendinê (AVM) tên vekirinê lê Meclîs girtî ye. Meclîsa çima girtî ye? Ravekirina vê yekê heye gelo? Nexwê tişta ku tê xuyakirin li holê pêvajoyek asayîbûnê nîne. Divê ku Meclîs ji bo rojeva şewbê demildest bicive.”
 
MUDAXILEYA LI DIJÎ SAZIYÊN MUXALÎF
 
Gunay bal kişand ser saziyen wek baroyan, odeyên bijîşkan û odeyên endezyar û avahîsazan ên ku Serokkomar wan hedef dabû nîşandan û yên ku wek wan nafikirin û bi ya wan nakin dixin armanca xwe û ew ê li cem van saziyan cih bigirin û li dijî van armancên îqtîdarê paşde gav neavêjin.
 
‘RÛPOŞA ÎQTÎDARÊ KET’ 
 
Gunay bal kişand ser revandina endama meclîsa partiya wan Buşra Kûyûn û got: “Em van sepanan baş nas dikin. Dixwazin dîsa sepanên salên 90’î bixin dewrê. Lê polîtîkaya we eşkere bûye. Rûpoşa îqtîdarê bi van sepanen êdî ketiye.”
 
‘DIVÊ BUTÇE WERE GUHERTIN’
 
Gunay bal kişand ser rewşa aborî û rewşa debara xelkê ya di vê pêvajoyê de û wiha got: “Li Tirkiyê rûxandinek aborî pêk tê. Ji bo ku ev rûxandin were tamîrkirin divê Meclîs demildest gav biavêje. Divê li ser butçeya sala 2020’an dîsa were axivîn û were guhertin. Lazime qismek butçeya Serokkomariyê ji bo esnafan û xizanan were veqetandin û dabînkirin.”