190 hezar girtî bi metirsiya koronayê re rûbirû ne

img
ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku 190 hezar girtî li girtîgehan bi metirsiya koronayê re rûbirû ne û xwest Meclîs vê yekê lêkolîn bike.
 
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel xwest Meclîs ji ber vîrûsa koronayê ji bo mafê jiyanê yên girtiyan û mafê wan jiyanê were mîsogerkirin û dawî li binpêkirina mafan were lêkolînê bike. Temel ji bo rewşa girtîgehan û girtiyan pêşniyazpirs pêşkêşî Wezareta Dadê kir û xwest pirsên wî bibersivîne. Temel diyar kir ku li girtîgehan ji bo girtiyan tevdîrên koronayê nehatine girtin. Temelî da zanîn ku her çiqas hin girtî ji guhertina înfazê sûd wergiribin û hatibin berdan jî lê hêj kapasîteya girtîgehan zêde ye û got: “Halêhazir niha li 355 girtîgehan nêzî 190 hezar girtî bi metiriya vîrûsa koronayê re rûbirû ne. Korona gefek mezin e ji bo girtiyan. Li girtîgehan tevî vê metirsiya koronayê jî li dijî girtiyan muameleya xerab û tundî dewam dike. Yek ji wezîfeyên herî sereke ya dewletê ew e ku ji bo girtiyan berpirsiyariya xwe bicih bîne.”