HDP’ê bertek nîşanî êrîşa li dijî cemxaneyê da

img
ENQERE - Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê Tulay Hatîmogûllari, bertek nîşanî revandina cenazeyê endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Golçek û êrîşa li dijî cemxaneyê da û got: “Ji cîhana Elewiyan û malbatê tavilê lêborîn bixwazin û derbarê kesên ferman dan de lêpirsînê bidin dest pê kirin.”
 
Alîkara Hevseroka Giştî ya Berpirsa Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tulay Hatîmogûllarî, derbarê revandina cenazeyê endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Golçek û êrîşa li dijî cemxaneyê ya Gazî de daxuyaniyek nivîskî weşand.
 
'EMÊ ÊRÎŞÊ ŞERMEZAR DIKIN’
 
Di daxuyaniya hat dayîn wiha hat gotin: “Divê ji Elewiyan û cîhana Elewiyan lêborîn were xwestin. Di meha Remezanê de jî AKP êrîşî nirxên civakê, êrîşê dibe ser îbadetxaneyan ku nirxên hevpar ên gelan û baweriyan in û li dijî bicihkirina cenazeyan jî, ku nirxê manewî yên mirovahiyê ne bêhurmetiyê dike.”
 
Komîsyonê bi berdewamî şandina cenzazeyê Egîd Îpek û êrîşên bi destê dewletê yên li ser gorên gerîla yên li Kurdistanê bi bîr xist û got, ''Desthilata ku hemû nirxên tîne ser zimên gemarî dike, bêhurmetiyeke mezin li nirxên Kurdan dike. Desthilat bi vê hişmendiya xwe nikare nirxên Îslamî di zimanê xwe bigerîne, divê di zimanê xwe negerîne jî.”
 
Komîsyona Gelan û Baweriyan a HDP'ê êrîşa li ser cemxaeyê ya Gaziyê şermezar kir û got, divê ji ber vê bêhurmetiyê lêborîn were xwestin û derbarê kesên ku êrîş anîne, fermana êrîşê dane lêborîn were xwestin.