Onlu: Êrîşa dişibe hişmendiya DAIŞ’ê kê bi plan kir?

img
ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Alîcan Onlu, derbarê êrîşa li dijî merasîma cenazeyê endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek de ji Alîkarê Serokkomar Fuat Oktay pirsa “Êrîşa dişibe hişmendiya DAIŞ’ê ya li dijî Malacemê ya Gaziyê kê bi plan kir?” kir.
 
Alîkarê Hevserokê Giştî yê Berpirsê Rêxistinbûyîna Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamenterê Dersimê Alîcan Onlu, êrîşa li dijî merasîma cenazeyê endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek û Malacemê ya Gazî ji Alîkarê Serokkomar Fuat Oktay pirsî.
 
Onlu, di pêşniyar pirsa da de wiha got: “Malên Cemê cihê îbadeta bi mîlyonan welatiyên Elewiye. Hemû kesên tînin malên cemê mêvan tên dîtin. Ji ber vê yekê êrîşa li dijî mêvanan, tê wateya êrîşa li dijî nirx û baweriya Elewiyan. Ev êrîş û pêkanîn ji hişmendiya DAIŞ’ê û hovitiyê ne cudatire. Ev hişmendiya êrîşkar dewama komkujiya Dersimê ye û em şermezar dikin.”
 
Onlyu, derbarê bûyerê de ev pirs ji Alîkarê Serokkomar Fuat Oktay kirin:
 
“* Êrîşa dişibe hişmendiya DAIŞ’ê kê bi plan kir?
 
* Derbarê Walîtiya Stenbolê, Midûrê Ewlekariya Stenbolê, Wezîrê Karê Hûndir, polîs û leşkerên bi bombeyên gazê, cop û guleyên plastîk êrîşî mirovan kirin de tu lêpirsîn wê bê vekirin?
 
* Çima merasîma cenazayê Îbrahîm Gokçek a li Malacemê ya Gazî hat astengkirin? Tu aliyê vê yê hiqûqî heye?
 
* Gelo ji bo êrîşê wê lêboprîn li cîhana Elewiyan bê xwestin?
 
* Êrîşên li dijî Malê Cemê yek ji polîtîkayên dewletê ye?”
 
* Êrîşên li dijî cenaze, birdarî, peyker, gor û bîranên Kurd û Elewiyan ji bo kîjan armancê tên kirin?”