Beştaş: AKP dê di hilbijartina ewil de winda bike

img

ENQERE - Parlamenter û Wekîla Serokên Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku AKP bi niqaşên darbeyê hewl dide xwe mexdûr bike û emrê xwe dirêj bike û wiha got: "Lê di hilbijartina ewil de dê hêzae xwe winda bike." 

 
Parlamenter û Wekîla Serokên Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş, li ser geşedanên vîrûsa corona, niqaşên darbeyê û hilbijartina pêşwext rawestiya. Beştaş, anî ziman ku AKP bi niqaşên darbeyê hewl dide xwe mexdûr bike û emrê xwe dirêj bike û wiha got: "Lê di hilbijartina ewil de dê hêzae xwe winda bike." Beştaş, bal kişand ser rewşa vîrûsa corona û wiha got:  "Wekî li hemû cîhanê li Tirkiyeyê jî her ku diçe kesên bi vîrûsê nexweş dikevin û jiyana xwe ji dest didin zêde dibin. Di mijara vîrusê de îqtîdar zelal agahiyan nade. Wekî ku bi civakê re parve dike bi ser neketiye. Îqtîdar ji bo îqtîdara xwe biparêze wekî serkeftinê nişan dide. Bi zextan û zorê dixwaze gel bêdeng bike û serdestiyê pêş bixe. Wekî hêjmara aşkere dikin ne rast e. Hêjmar qat bi qat zêdetir e. Tenê li gorî encama testên hatiye kirin aşkere dike. Lê encamên Tomografî û tahlîlên din esas nagire. Nerîn û pêşniyarên Lijneya Zanistiyê wekî raz vedişêrin. Li vir çiroka têkçûnê heye." 
 
'BAJARÊ 200 HEZAR GIRTÎ LÊ DIJÎ TERKÎ MIRINÊ KIRINE'
 
Beştaş, bal kişand ser rewşa girtîgehan bal kişand ser ziyareta Îdrîs Balûken ê li Girtîgeha Sincanê û wiha got: “Bajarê ku 200 hezar girtî lê hene terkî mirinê kirine. Rewşa li girtîgehan pir dilêş e. Pir xerab e. Malbatên girtiyên Sîlîvrî, Buca, Kandira, Tekirdag, Bunyanê her roj li partiya me digerin. Li ser binpêkirina mafan serlêdan pir zêde ye. Diyar dikin ku nikarin xwe biparêzin û tedbîrên parastinê nayên girtin. Girtî diyar dikin ku rûpoşê nadin wan. Xwarin ji derve ji wan re diçe. Bi pakêta înfazê girtî terkî mirinê hatine kirin. Biryara me ya Komîsyona Hiqûqê ya Navendî heye. 2 hefteye hem parlamenter û hem jî parêzer diçin girtîgehan ziyared dikin. Em bi girtiyan re hevdîtin dikin." 
 
Beştaş,  da zanîn ku di pêvajoya vîrûsê de 8 şaredariyên wan xisp kirin û wiha berhdewam kir: "Em nîşan dide ku di polîtîka û hişmendiya xwe de guhertin çênekiriye. Li ku hêzek demokratîk hebe êrîş dike. Gelek hevşaredarên me girtî ne. Divê hemû hevşaredarên me dîsa li karên xwe vegerin. Lê AKP partiyek li ser firsenda xwe ava dike ye." 
 
'ÊRÎŞA LI DIJÎ GORISTANAN KONSEPT E' 
 
Beştaş, bal kişand ser êrîşên li dijî gor û goristanan û wiha lê zêde kir. "Ji berê heta niha îşkenceyê li dayik û zarokên Kurdan dikin. Di salên 1990’an de cenaze li pey panzêran kaş dikirin. Niha Wezîrê Karên Hundir li ser medya civakî dibêje 'Em ê wan perçe perçe bikin' û gefan dixwe. Bi vê yekê biryara înfaza bê daraz dide. Ev bêçaretiya îqtîdarê nîşan dide. Bi van êrîşan nikare bi ser bikeve. Em li hemberî van êrîşan bêdeng namînin. Em ê vê ferasetê her dem teşîr bikin." 
 
AKP'Ê DI HILBIJARTINÊN 31 ADAR Û 23'Ê HEZÎRANÊ DE WINDA KIR
 
Beştaş, anî ziman ku AKP'ê di hilbijartinên rêvberiyên herêmî yên 31'ê Adarê û 23'ê hezîranê de têk çû û wiha bi dawî kir: "Em wekî partî her dem ji bo hilbijartinê amade ne. Tu fikarên me tune ye. Di hilbijartina ewil de îqtîdar tê winda bike. Niha Erdogan baş dizane ku ji sedî 50 +1 dengî nikare bistîne. Niha qelemşorê wî jî vê yekê dinivîsin. Em dizanin ku bi vê şewbê re pir deng winda kir. Niha jî dixwaze naveroka rêxistinên demokratîk vala bike. Ji bo hebûna xwe berdewam bike bi niqaşên darbeyan xwe mexdûr nîşan dide. Dixwaze bi mexdûriyetê temenê xwe yê îqtîdarê dirêj (konsolide) bike. Em dizanin ku AKP ne partiyek mexdûr e. Em dizanin ku partiyek zalim e. Bi polîtîkayên zilmê û xerabiyê dixwaze serweriya civakê bike. 
 
MA / Dîren Yurtsever