Sancar bersiva ‘maseya welat’ da Meral Akşener

img

ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku derdê Partiya Îyî ne welat e û got: “Heke derdê we kombûna derdora maseyek li Qesrê ye muxalefetê nekin amûrê vê yekê.”

 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bû mêvanê Podcasta Kisa Dalga û mijaên di rojevê de nirxand.
 
Hevserok Mîthat Sancar bal kişand ser daxuyaniyên Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşener ku HDP’ê sûcdar kir û wiha got: “Li holê pêngavek ku aciziyê bide heye. Ez vekirî bêjim. Ez nizanim armanca Partiya Îyî û seroka wê ya giştî çi ye. Lê heke dixwazin bi Qesrê re peywendiyê deynin, ne hewceye ku li ser me manevrayê çê bikin. Pêwîstî bi vê yekê nîne. Meral xanim dibêj maseya welat. Ji bilî partiya mezin a vî welatî navê hemû partiyan û serokên wan rêz dike. Qala yekrêzî û hevigirtinê dike. Maseya welat pêşniyar dike. Pêdivî bi analîzek pir kûr nîne. Hûnê bê HDP’ê ku dengê bi milyonan welatî qezenc kiriye tune bi hesibînin û yekrêziyê pêk bînin. Wisa ye ne? Naxêr. Derdê we ne hevgirtin û yekrêziya welat e. Em jî dibêjin derdê xwe eşkere bêjin. Derdê wê tiştek din e. Derdê we ne maseya welat e. Heke derdê we kombûna derdora maseyek li Qesrê ye muxalefetê nekin amûrê vê yekê. Hin bêtir vekirî tevbigerin. Bêjin maseyek li Qesrê… Ji bo wê pêkhatina wê maseyê hûn dikarin peywendiya xwe bi AKP’ê re deynin lê dibe ku cuda ew qenal biherike.”