Kurd pêvajoyê niqaş dikin
Turk: Dem dema bilindkirina têkoşînê ye

img

AMED - Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, di civîna "Kud pêvajoyê niqaş dikin" de bal kişand ser girîngiya Yekîtiya Neteweya Kurd û wiha got: "Di pêvajoyek wisa de bêdengî ji bo kurdan mirin e. Dem dema em bêtir deng û têkoşîna xwe bilindtir bikin e." 

 
Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên demokratîk û civakî li Amedê di çarçoveya Yekîtiya Neteweya Kurd de li Otela Demîr a Sûrê civîna “Kurd pêvajoyê niqaş dikin" pêk anîn. Di civînê de siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Parlamenterê HDP'ê Osman Baydemir endamên Dîwana KCD'ê, parlamenterên HDP'ê, rêveberên DBP'ê, Nûnerên Tevgera Azadiya Jinê (TJA), Baroya Amedê, nûnerên partiyên siyasî yên kurdan, parazvanên mafên mirovan, Înîsiyatifa Mafan, hunermend, nivîskar, rojnameger, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Odeya Tabîban û gelek rêxistinên demokratîk amade bûn.  Dema civîn pêk hat, polîsan der û dora Otela Demîr bi maşîneyên zirxî dorpêç kir. 
 
'HEMÛ RÊXISTINÊN KURD BERPIRSIYAR IN' 
 
Di civînê de Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemir, axaftina vekirinê kir û wiha got: "Gelê kurd li çar perçeyan di nava pirsgirêkan de dijî û bi van pirsgirêkan re şer dike. Di nava hemû hêzên kurdan de pirsgirêkek heye. Ev çiye. Ji bo pirsgirêkên di nava kurdan de bi dawî bibin divê çi bê kirin. Bi boneya hêzên kurdan , ji bo pêşeroja azadiya Kurdistanê têbikoşe û bibin yek çi lazim e. Em dê îro li ser vê yekê niqaş bikin û li rêya yekîtiya gelê kurd û siyaseta kurd bigerin. Li ser vê esasê heta niha gelek civîn hatin lidarxistin. Hêzên kurdan di vê mijarê de dereng mane. Êdî mafê me yê em di vê mijarê de dereng bimînin tune ye."
 
‘BÊDENGÎ JI BO KURDAN MIRIN E'
 
Piştre siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, jî li ser pêvajoyê û rewşa kurdan axivî û wiha got: "Di vê pêvajoyê de Yekîtiya Neteweya Kurd girîng e. Di demek wisa de bêdengî ji bo kurdan mirin e. Dem dema em bêtir deng û têkoşîna xwe bilindtir bikin e. Divê em ji bo pêşeroja kurdan û Kurdistanê bêtir giringiyê bidin vê xebatê. Dibe ku kes têkevin nava kêmasiyan. Îro li ser siyaseta bakur zextên gelek mezin hene. Divê em van zextan baş bixwînin. Îro çiqas destkeftiyên kurdan zêde dibin zext jî ew qas zêde dibin. Em baş dizanin ku îro kesên hatine vir ji bo jiyanek azad a pêşerojê hatine vir. Di pêvajoyek wisa de bêdengî ji bo kurdan mirin e." 
 
'RUHÊ YEKÎTIYA NETEYA KURD DÊ KURDAN ZINDÎ BIKE'
 
Turk, xwest pêşengên kurd divê siyaseta kêm maye rexne bikin û wiha bi dawî kir: "Fikra me ya siyasî çi dibe bila bibe, divê her kes ji bo yekîtiya neteweya kurd têbikoşe. Divê li ser vê yekê fikr û nerînen xwe bînin ziman. Divê kêmosiya siyaseta kurd em bi hevre niqaş bikin û ji holê rakin. Ev yek dê ruhê yekîtiya neteweya kurd bêtir zindî bike. Divê em bêtir dengê xwe û têkoşîna xwe bilind bikin. Dem dema em deng u têkoşînê bilind bikin e." 
 
Piştî axaftina Ahmet Turk civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.