Gulum: Êriş û gef ji navendekê tên birêvebirin

img

STENBOL - Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum diyar kir ku êrişa li dijî goristan û cenazeyan bi biryarek navendî tê birêvebirin û îqtîdar li pey rizgariya dê çawa xwe li pêya bigire ye.

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum êrişa li dijî cenazeyan û goristanan ji ajansa me re nirxand. Gulum da zanîn ku tiştên diqewimin ji ber daxuyanî û gotinên îqtîdarê pêk tên û ji ber van gotinên sûcê nefrete jî li tu kesî ceza nayê birîn.
 
Gulum got necezakirina kesên zimanê nefretê û cudakariyê diaxivin rê li ber teşwîqkirina van sûcan ango êrişan vedike. Gulum got ji ber vê yekê jî ew kes jixwe dibêjin ‘ceza li min nabirin’ loma jî van gotinan didomînin û pratîkên gotinên wan jî li holê ne.
 
‘BIRYARA ÊRIŞAN JI NAVENDEKÊ TÊ’
 
Gulum da zanîn ku di demên dawî de sûcên nefretê û çalakiyên wan zêde bûne û got: “Êrişa li dijî goristanan bi destê polîs û eskeran bixwe pêk tê. Li şûna ku biparêz in diçin xera dikin. Êrişên li dijî goristanan ên di heman deme de dide nîşandan ku biryarek navendî heye û ev jî li bajaran pêk tînin. Pir eşkere sûc dikin.”
 
‘SÛCDARAN XELAT DIKIN’
 
Gulum bal kişand ser gefên komên nijadperest ên li dijî cenazeyê endamê Grûp Yorûm Îbrahîm Gokçek û got: “Êrişa li dijî cenazeyê Gokçek, êrişa li dijî cemxaneyê û dêra li Bakirkoyê û şandina cenazeyê Agît Îpek yê bi kargoyê û xerakirina goristanan hemû bi hev ve girêdayî ne. Van sûcdaran ceza nakin û wan xelat dikin. Loma jî ev êriş zêde dibin, zimanê arastekirina nijadperestiyê hem li kolanan û hem jî li ser televîzyonan pir dibe. Heke ku van êrişkar û sûcdaran ceza bikirina dê rewş wiha nebûya.”
 
‘KETIYE PEY DERDÊ BEKAYA XWE’
 
Gulum destnîşan kir ku îqtîdara ku dijminatiyê di nava gel de li pêş dixe û dubendiyê dixe nava gel ketiye pey derde bekaya xwe dê çawa rizgar bike û xwe çawa li ser pêya bigire. Gulum got îqtîdar dixwaze hemû aliyên muxalîf, azîdxwaz, bindest, demokrasîxwaz û gelek aliyên din bixe bin fişarên xwe û wan dizayn bike. Gulum diyar kir ku lê ew ê destûrê nedin van polîtîkayên îqtîdara AKP’ê.
 
MA / Nacî Kaya