Sancar: Gewdeya HDP’ê kurd û guliyên wê jî gelên Tirkiyeyê ne

img

ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku ew partiya Tirkiyeyê ne û ev tişt got: “Gewdeya me kurd e. Kevneşopiya siyasî ya kurd me damezrandiye. Pêşaniya me ya herî girîng Pirsgirêka Kurd e. HDP modeleke ku gewdeyê wê kurd û guliyên wê jî hemû gelên Tirkiyeyê ne.”

Beşa duyemîn a hevpeyvîna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ku dabû Kisa Dalga Podcast’ê hat weşandin. Sancar, di vê beşê de mijarên girîng ên di rojevê de nirxand û hin rexneleyên li partiya xwe bersivand.
 
HDP GELEK TAYBET E 
 
Sancar, diyar kir ku HDP partiyeke gelek taybet e û mînakên wê li dinyayê pir tunene û wiha got: “Elbet zehmetiyên wê jî hene. Lê heke hûn ji min bipirsin ku HDP pêvajeke zehmet dijî, ez ê bibêjim na. HDP tê gihaştin. HDP bi gişatina xwe re tê asta ku di serî de Pirsgirêka Kurd hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike û bandora wê ya siyasî zêde dibe.”
 
PÊŞANÎ PIRSGIRÊKA KURD E
 
Sancar, destnîşan kir ku HDP mîretaya partiyên beriya xwe ye û ev nirxandin kirin: “Gewdeyê me kurd e. HDP li ser bedel û kevneşopiya siyasî ya kurd hatiye damezrandin. Hilbijêrên ji sedî 80-90 kurd in. Pêşaniya me ya herî girîng Pirsgirêka Kurd e. HDP modeleke ku gewdeyê wê kurd û guliyên wê jî hemû gelên Tirkiyeyê ne. HDP, di 6 salên dawîn de xwedî çîrokeke serkeftinê ye.”
 
BERSIVA REXNEKIRINÊ
 
Di berdewama nirxandinên xwe de Sancar bersiv da rexneyên ku ji ber gotibû HDP partiya Tirkiyeyê ye û têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Gotina min a ‘Em ne partiya kurdan e’ bi zanebûn hat niqandin. Ji ber van gotinên min hin beşên derveyî HDP’ê min rexne dikin. Heke em HDP’e mezin bikin, divê em bibin navenda ku qedera Tirkiyeyê diyar bikin û têkoşîna ked û azadiyê bidin. Divê herkesê di partiyê de hewla tevkiriyê bidin.”
 
ÎSTIFAYA AHMET ŞIK
 
Sancar, têkildarî îstîfakirina Ahmet Şik ya HDP’ê jî kir û ev tişt got: “Muxatabê pirsa ku weke takekesî çi jiyaye Ahmet e. Heta ku ew têkildarî vê yekê tiştek nebêje ez tiştekî jî nabêjim. Min dixwest ku di partiyê de be û îttîrazên xwe di nav partiyê de bîne ziman. Min ev rê jê re pêşniyar kir jî lê wî vê rêyê tercîh kir. Hinceta wî di twîtta wî de jî min şaş û neheq dît.”
 
‘REXNEYAN BI NIRX DIBÎNIM’
 
Derbarê rexneyên ku ji ber axaftina wî ya li Lîjneya Giştî ya Meclisê ya di 23’ê Nîsanê de lê hatibûn kirin jî Sancar, ev nirxandin kirin: “Hin bertekên ku ji bo vê axaftina min hatin bi nirx dibînim. Tiştên ku min got bername û armanca HDP’ê bûn. Lê hin kesan ji gotinên min wateya ku Mustafa Kemal xwestiye tevahiya Pirsgirêka Kurd çareser bike derxistin.”