Di salvegera 88’emîn de 88 pirs kir

img

MÊRDÎN – Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay bi wesîleya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî, zextên li ser kurdî bir rojeva Meclîsê û di salvegera 88’emîn a derçûna Kovara Hawarê ku 15’ê Gulanê ye ji 7 wezîran 88 pirs kir.

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay a Wekîla Mêrdînê bi wesîleya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî zext û astengiyên li pêşiya zimanê kurdî bir rojeva Meclîsê. Gunay bi boneya 88’emîn salvegera derxistina Kovara Hawarê ya ku di 15’ê Gulana 1932’yan de ji hêla Celadet Elî Bedîrxan ve ku hatiye derxistin û ev roj wek roja cejna ziman tê pîrozkirin, di pêşniyaz pirsa xwe de cih da 88 pirsan. Gunay van pirsan arasteyî 7 wezîran kiriye.
 
KURDÎ Û PIRSGIRÊKA KURD
 
Gunay di pêşinyaz pirse de 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ya ji sala 2006’an ve tê pîrozkirin bi bîr xist û got kurdî hêj bi xetereyan re rûbirû ye. Gunay da zanîn ku xetereyên rakirina ji ser zimanê kurdî bi axaftina ziman pêkan e û heke astengî û qedexeyên ji ser zimanê kurdî were kirin dê piştgiriyek pozîtîf jî bide çareseriya pirsgirêka kurd. Gunay girtina komele û weşanên kurdî bi bîr xist û got di jîngeha kedê de jî kedkar û karkerên kurd bi êrişên nijadperest re rûbirû dimînin.
 
88 PIRS JI 7 WEZÎRAN KIR
 
Gunay van 88 pirsan ji Wezîrê Perwerdehiyê Ziya Selçûk (26 pirs), Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû (15 pirs), Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca (10 pirs), Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy (17 pirs), Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul (9 pirs), Wezîra Xizmetên Malbat, Xebat û Civakî Zehra Zumrut Selçûk (7 pirs) û ji Wezîrê Ragihandin û Binesaziyê Adil Îsmaiiloglû (4 pirs) kir.
 
Hin pirsên ku Gunay ji wezîran kiriye wiha ne:
 
" *Ji bo ziman winda nebin hûnê polîtîkaya ziman li pêş bixin û xebatê li ser birêve bibin gelo?
 
* Derbarê personelên kêlikên goran ên bi kurdî hatine nivîsîn û xera dikin lêpirsînê bidin destpêkirin gelo?
 
* Ji bo hemû zimanên li Tirkiyê û di qada tenduristiyê de xizmeta bi zimanê zikmakî dê pêk were û ji bo vê yekê plansaziyek we heye gelo?
 
* Li balafirgehan, otogar, garan û bendergehan (lîman) anons ango bangên pir zimanî tên kirin, çima gelo di nav van bangan de kurdî nîne?
 
* Hênceta yasayî ya girtina Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê çi ye? Ji bo ku Enstîtu dubare were vekirin hewldanên we hene gelo?
 
* Nivîsandina nameyên kurdî qedexe ye gelo?
 
* Bi kîjan hêncetê di nameyan de cihê bi kurdî hatine nivîsîn sansûr tê sepandin?
 
* Çima nameyên kurdî radestî girtiyan nayê kirin. Di 20 salên dawî de ji ber ku bi kurdî axivîne çênd êrişên nijadperest li dijî welatiyan çêbûne? Di dawiya van êrişan de çend welatî jiyana xwe ji dest dane, çend welatî birîndar bûne û çend welatî jê rizgar bûne?
 
* We wek wezaretê li dijî êrişên lîncê û neferetê yên li ser kedkarên krud tevdîr girtine û ev tevdîr çi ne?