HDP: Dixwazin cilên yek reng li gelan bikin

img
ENQERE - HDP'ê bal kişand ser pergala cilên yek reng û aşkera kir ku anîna rojevê niyetek xirab û dijninahî ye û wiha got: "Dixwazin cilên yek reng li gelan bikin."
 
Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bertek nîşanê pêkanîna cilên yek reng a li ser girtiyan ferz dikin û diyar kir ku bi KHK'a 696 re cilên yek reng li ser girtî û di şexsê girtiyan de li civakê dikin.
 
HDP'ê da zanîn ku biryara cilên yek reng ne hikumet, Serokê Giştî yê AKP'ê biryarê dide û wiha got: "Di salên borî de cilên yek reng li dibistanan jî hatin rakirin, desthilatdarî dixwaze li girtîgehan cilên yek reng li girtiyan bike."
 
HDP'ê aşkera kir ku cilên yek reng ne cara yekemîn berî jî di rojeva Tirkiyeyê de bûye û wiha pê de çû: "Piştî derbeya 12'ê Îlonê ya sala 1980'ê, di sala 1983 û 1987'an de jî xwestin bixin meryetê. Lê wê demê bi xurtî li dijî vê derketin û ev pêkanîn ji rojevê hat derxistin." HDP'ê destnîşan kir ku pêkanîna cilên yek reng li ser gelên li Tirkiyeyê tê ferzkirin, çawa di serdema derbeya leşkerî de hatibe redkirin, dê di serdema derbeya sivîl de jî bi heman vîn û biryarê neyê qebûlkirin.
 
HDP'ê herî dawî bang li desthilatdariya AKP'ê kir ku dest ji vê pêkanînê berde.