Kemalbay: Xirabkirina goran û derxistina cenazeyan hişmendiya Îsraîlê ye

img

AGIRÎ – Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay di kongreya partiya xwe ya Agiriyê de axivî, diyar kir ku xirabkirina Goristana Xerzanê "Ji hişmendiya Îsraîlê ne kêmtir e" û pekanîna cilên yek reng jî wiha rexne kir: "Dê li dijî cilên yek reng berxwedan derkeve pêş."

 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay di 2'yemîn Kongreya Asayî ya Agiriyê de axivî û mijarên di rojevê de nirxand. Kemalbay, aşkera kir ku di 2 salên dawî de hêzên demokrasiyê û gelên li Tirkiyeyê têkoşîneke mezin dane û berdelek giran dane.
 
Kemalbay da zanîn ku yek rengî zilim e û diyar kir ku êrîş, girtin û komkujî hemû li dijî daxwazên "azadiyê" ne û wiha axivî: "Em dixwazin wekhevî, bafê kedê û hebûna jinê bi wekhevî derkeve pêş. Em dixwazin gelê kurd qedera xwe bi xwe diyar bike. Desthilatdarî çi dixwaze. Divê 'Na' û yek rengiyê ferz dike."
 
‘TIRKIYE JI ÎSRAÎLÊ NE CUDA YE’
 
Kemalbay hovîtiya li dijî Goristana Xerzanê û derxistina 267 cenazeyan jî wiha nirxand: "Xirabkirina Goristana Xerzanê ya li Bedlîsê û derxistina cenazeyan, ji hişmendiya Îsraîlê ne kêmtir e. Zilma ku Îsraîl li gelê Fîlîstînê dike, desthilatdariya dewleta Tirk jî li gelê me dike. Erdogan sond xwariye ku bibe Îsraîla duyemîn." Kemalbay axaftinên Erdogan ên der barê gelê Fîlîstînê û qaşo parastina wan de jî bi bîr xist û destnîşan kir ku tu eleqeya gotinên Erdogan bi rastiyê re tune.
 
‘EV NE LI ÎSRAÎLÊ, LI ŞIRNEXÊ DIBIN’
 
Kemalbay bal kişand ser qedexeyên li Kurdistanê û dorpêça dewletê jî û wiha pê de çû: "Li Cizîr, Sûr, Silopî û Şirnexê mirov bi zindî şewitandin. Ez li Silopiyê hatim. Cenazeyê Dayika Taybet 7 rojan li kuçeyê hiştin. Li Cizîrê cenzeyê Cemîleyê di sarincê de hiştin. Ev li Îsraîlê pêk nayên? Li Şirnexê pêk tên."
 
‘ÊRÎŞA LI DIJÎ EFRÎNÊ, ÊRÎŞA LI DIJÎ AŞTIYÊ YE’
 
Kemalbay axaftina xwe wiha dewam kir: "Kesên dibêjin li ser sînorê Meksîkayê dîwaran bilind nekin, li ser erdnîgariya kurdan ew bi xwe dîwaran lê dikin. Li dijî Efrînê şer îlan dikin. Çiye Kobanêyeke nû naxwazin. Dema dibêjin Kobanê, bexwedana li dijî DAIŞ'ê tê bîra mirovan. Dema bêjin em Kobanêyeke nû naxwazin, tê wateya DAIŞ bila bê û jinan di bazareke din de bifiroşe. Bila komkujiyên nû pêk bîne. 500 hezar mirovî xwe li Efrînê girtiye. Li vir mêtingerî tune, wekhevî heye. Êrîşa li dijî Êfrînê êrîşa li dijî aştiyê ye."
 
Kemalbay der barê êrîşêl li dijî HDP'ê de jî axivî û aşkera kir ku ruxmê hemû êrîşan HDP li ser piyan e û wiha dirêjî da axafina xwe: "Berdevkên me yên siyasî girtî ne. Endamên me yên meclisê, hevşaredar, siyasetmedar tev dîl hatine girtin. Lê anketên wan jî didin nîşan ku bi ser neketine. HDP li ser piyan e. Kesên ji bo me birûxînin ketin rê, bi xwe rûxiyan."
 
'TENÊ EM DIKARIN BI HEV RE BI SER KEVIN'
 
Kemalbay herî dawî bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û ev tişt got: "Berî du salan Birêz Ocalan serdemek da destpêkirin, dê gelên li Tirkiyeyê çawa bi hev re bijîn, pergalek danî holê. Muzakereyên demokratîk û aştiyane, di vê pêvajoyê de bi pêş ket. Îro Birêz Ocalan di bin tecrîdek giran de ye. Ev bê çareseriye. Em dikarin çareseriyê bi hev re bînin. Çareserî di destê gelan de ye. Her yek ji me neferekî vê rêyê ye. Heke em têkoşînê bi hev re bimeşînin, em ê teqes qezenc bikin. Ji bo em azad bibin, divê her yek ji me têkoşîna hevpar de cihê xwe bigire."
 
Piştî axaftinan bi yek lîsteyê hilbijartin pêk hat, Maşuk Arpaç û Yelîz Karaaslan wekî hevserokên HDP'a Agiriyê hatin hilbijartin.