Banga ‘bêdeng nemîne’ li Îmamoglû kirin

img
STENBOL - Hevserokên HDP’ê yên Stenbolên Elîf Bûlût û Erdal Avci, helwesta hêzên demokrasiyê yên li dijî tayînkirina qeyûman bêdeng man rexne kirin û bang li Serokê ÎBB’ê Ekram Îmamoglû kirin ku li dijî qeyûman bêdeng nemîne.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adara 2019’an de 65 şaredarî qezenc kirin. Wezîrê Karê Hûndir herî dawî qeyûm tayînê şaredariyên Îdir, Sêrt, navçeyên Misirc, Hawêlê û Altinovayê kirin. Bi vê re, 12 şaredar di destên HDP’ê de man. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Stenbolê Elîf Bûlût û Erdal Avcî, tayînkirina qeyûman nirxandin û bertek nîşan dan.
 
DIVÊ MÛXALEFET LI KÊLEKA HEV BIN
 
Hevseroka Elîf Bûlût, diyar kir ku di rojên ewil ên pêvajoya şewba vîrûsa koronayê de, qeyûm tayînî şaredariyên Êlih, Farqîn, Erxenî, Lîcê û Gêlê kirin. Bûlût, da zanîn ku şaredariyên wan xebatên bi mînak bi rêve dibin, ji ber vê tên hedef girtin û wiha axivî: “AKP’ê carek din bi tayînkirina qeyûman, darbe li vîna gel xist. Desthilatdariyê li dijî hemû mûxalîfan şer daye dest pê kirin. Ji ber vê divê hemû kes li dijî qeyûman li kêleka hev bin û bi hevre bertekan nîşan bidin. Ger îro beşên muxalîf li dijî qeyûmên tayînî şaredariyên me hatin kirin bêdeng bimînin, bila baş zanibin ku sibe wê dûr were wan jî. Hemû partî, rêxistin, sazî û dezgehên di qada demokrasiyê de têdikoşin, divê teqez denge xwe derxînin û bi hevre dij derkevin. AKP cudakarî û cihêkariyê dixe nava gel. Ji ber vê divê mûxalîf li kêleka hev bin û bi hevre bertek nîşan bidin.”
 
‘EM LI BENDÊNE KU ÎMAMOGLÛ DAXUYANÎ BIDE’
 
Bûlût, da zanîn ji bo ku AKP di hilbijartina herêmî de winda bike, wan li gorî stratejiyek dengên xwe dan û wiha got: “Di saya vê stratejiyê de, Partiya Gel a Komarê (CHP) gelek şaredariyên bajarên mezin qezenc kirin. CHP’ê bi deng û alîkariya me gelek şaredariyên bajarên mezin qezenc kir. Ji ber vê jî mabe dive li dijî qeyûman bêdeng nemîne. Divê gotina xwe bêje. Em weke Rêxistina Bajêr a Stenbolê li bendenê ku Ekrem Îmamoglû li dijî qeyûman daxuyaniyekê bide. Divê Îmamoglû û hêzên demokrasiye li dijî vê xespa maf derkevin û bertekên pêwîst nîşan bidin.”
 
‘DIVÊ HELWESTEK ZELAL NÎŞAN BIDIN’
 
Hevserok Erdal Avci jî, diyar kir ku balkêşe ku di roja 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurd de qeyûm tayîn kirin û wiha axivî: “Dewlet ji dîrokê rojên taybet diyar dike û div an rojan de operasyonan li dar dixe. Bi vê dixwazin peyam bidin gelê kurd. Peyama ‘hebûn û zimanê we nayê qebûl kirin. Hilbijêrên we jî nayin qebûl kirin’ didin gelê kurd. Ji roja ku komar hatiye avakirin û vir ve darbeyên wiha li dijî gelê kurd pêk tînin. Divê hêzên demokrasiye li dijî tayînkirina qeyûman helwestek zelal nîşan bidin. CHP’ya ku her roj behsa demokrasiyê dike, divê berpirsiyartiya xwe bi cih bîne. Ger ew jî helwest nîşan bidin, wê hêzên demokrasiyê bi hêztir bibin.”
 
BANG LI ÎMAMOGLÛ KIR
 
Avci, dest nîşan kir ku partiya wan bi salane ji bo hêzên demokrasiye fedekariyên mezin dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber stratejiya me di 31’ê Adarê de pêş xist, CHP’ê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê qezenc kir. Ji ber vê divê Birêz Îmamoglû û rêveberiya şaredariya bajarê mezin li dijî qeyûman jî, siyaseta xwe ya bi pîvan û hevgirtî bi rêve bibin. Lazime ku Îmamoglû û hêzên demokrasiye bêdeng nemînin û şerte ku dengê xwe derxînin. Ji ber ku tekane rêya hêzên demokratîk siyaseta bi pîvan û hevgirtinê ye.”