Veşartina 261 cenazeyên li peyarêyê hatine veşartin ji Oktay pirsî

img
ENQERE – Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr veşartina 261 cenazeyên li ser hev hatine veşartin ji Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay Pirsî û got: “Hûn vê hovîtiyê bi kîjan hêncetê dikarin rave bikin?”
 
Di kanûna 2017’an de tê gotin 267 cenaze ji Goristana Xerzanê ya Bedlîsê hatibûn derxistin û biribûn Stenbolê. Du roj berê ajansa me derxist holê ku ji van cenazeyan 261 cenaze li Goristana Kîlyosê ya Stenbolê li cihek biçûk ji bo peyarêyê hatiye veqetandin li ser hev veşartine. Bertekên li dijî sepana li ser cenazeyan zêde dibin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr sepana li dijî cenazeyan bir rojeva Meclîsê û bi pêşniyazpirsekê ji Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay pirsî.
 
Îmîr diyar kir ku cenaze tê gotin du sal li Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê hatine ragirtin û pişt re birine li Goristana Kîlyosê veşartine. Îmîr bi bîr dixe ku berê 5 cenaze hatine wergirtin, li gel DNA’ya 11 cenazeyan bi dawî bûye jî nedane malbatan û bi giştî 262 cenaze dia dara 2019’an de birine li Goristana Kîlyosê veşartine.
 
Îmîr di pêşniyazpirsê de da zanîn ku veşartina cenaze û şîna ji bo cenaze mafek gerdûnî ye û li her devera cîhanê kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest didin veşartina wan berpirsiyarek ehlaqî ye.
 
Nûran ji bo sepana li dijî cenazeyan pirsan ji Oktay kir û wiha pirsî: “Ev di kîjan wîjdan û edaletê de cihê wê heye? Armanca sekinandinek ewqas domdirêj a cenazeyan çi ye? Hûn vê hovîtiyê bi kîjan hêncetê dikarin rave bikin? Hûnê derbarê cenazeyan de lêkolîn bikin û bersivek çawa bidin malbatan?”