HDP’ê ‘Wezareta Ciwanan’ pêşniyaz kir

img
ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû ji bo sazkirina Wezareta Ciwanan teklîfa qanûnê pêşkêşî Meclîsê kir.
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû “Teklîfa Qanûna Rêxistina Wezareta Ciwanan û Derbarê Wezîfeyê Wan De” ya ji 29 xalan tê pêşkîşî Serokatiya Meclîsê kir. Di teklîfa qanûnê de sazkirina Wezareta Ciwanan û hilbijartin, endamtiya partiya siyasî, endamtiya komeleyan a bêwasî û daxistina temenê sazkirinê ya 16’an pêşniyaz kir.
 
Di teklîfê de hat bibîrxistin ji sedî 23’yê nifûsa Tirkiyê ji ciwanan pêk tê û divê hemû pêdivî û mafê ciwanan were naskirin û di rêza pêş de were girtin. Di teklîfê de tê destnîşankirin ku divê ciwan bi her awayî werin parastin û bi sazkirina vê wezaretê re dê hin tiştên xwe yên xweser bikin. Di teklîfê de tê gotin wê sazkirina vê wezaretê ciwan rastî mafê cudakariyê neyên û rêgeza wekheviyê pêk were. Di teklîfê de tê diyarkirin ku dê mafê hilbijartinê yên ciwanan ev wezaret bişopîne û ji bo daxistina temenê hilbijartinê bibe 16 salî dê ev wezaret bişopîne. Di teklîfê de tê gotin ku heke ev wezaret saz bibe dê azadiya rêxistinkirinê jî derbas bibe û wisa bixebite. Her wiha di teklîfê de bal kişandiye ser mafê xebat û perwerdehiya ciwanan û tê xwestin ku pirsgirêka YOK’ê ji holê rabe û ev sazî jî bê betalkirin.