Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Bi ruhê gulanê ber bi serkeftinê

img
ENQERE - Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya şoreşgerên pêşeng ên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn û got: "Dewleta Tirk di vê demê de polîtîkayên xwe yên faşîst, qirker û dagirker didomîne. Emê  li dijî vê  têkoşîn û berxwedana xwe dewam bikin."
 
Mecîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî şehîdên Meha Gulanê daxuyaniyek parve kirin. Meclîsa Ciwanan diyar kir ku meha Gulanê ya ku lê dijîn, ji bo her kesên ku têkoşîna azadî, demokrasî û şoreşê dikin girîng e. Ciwanan destnîşan kir ku bi qasî gelê Kurd ev destkeftiyên hevpar ên gelên Tirkiyeyê jî hatiye avakirin, li gel hev digire û parêzvaniya wê girtiye ser milê xwe qehremanên nemir ên maha Gulanê ne.
 
Meclîsa ciwanan anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker tevî vîrûsa koronayê jî polîtîkayên xwe yên qirker û mêtinger dewam dike û got: “Dixwaze li dijî hemû destkeftiyên me darbeyekê bikin.”
 
Ciwanan diyar kir ku rejîma faşîst êrîşî goristanan dike, ev yek jî li ti deverê cîhanê nîne û got: “Texrîbkirina goristanan, ne li di ti dîn, bawerî û exlaqan de tê qebûlkirin. Em li dijî van êrîşan bêdeng namînin. Di serî de jin û ciwan ên hêza pêşeng û dîsa li gel gelê me em li dijî êrîşên qirker ên li ser vî bingehî pêk tên wê bi biryardariyeke mezin bi ruhê Gulanê bigihêje serketinê.”
 
Herî dawî Meclîsa Ciwanan a HDP’ê diyar kir ku ew şehîdên azadiyê yên meha Gulanê minet bibîr tînin, wê têkoşîna şehîdan bidomînin.