Destê girtiyan li pişt wan kelemçekirin û ji kogûşan derxistin

img
AGIRÎ – Li Girtîgeha Tîpa E ya Kirşehîrê, gardiyanan destê 14 girtiyan li pişt wan kelemçekirin û ji kogûşên wan derxistin. Parlamenterê HDP’ê Abdullah Koç, piştî hevdîtina ku bi girtiyan re hat kirin, mijarê bir rojeva meclisê.
 
Li Girtîgeha Tîpa E ya Kirşehîrê, gardiyanan destê 14 girtiyan li pişt wan kelemçekirin û ji kogûşên wan derxistin. Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdûllah Koç, mijarê bir rojeva meclisê. Piştî ku hatibû angaştkirin li girtîgehê Îşkence û memeleya xerab li girtiyan hatiye kirin, Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdûllah Koç û parêzerên endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), di 15’ê gulanê de xwestibûn biçin girtîgehê lê li ber derê girtîgehê hatibûn astengkirin. Piştî astengkirinê parêzer derbasî girtîgehê bûnûn lê destûr nehatibû dayîn ku Koç derbasî girtîgehê bibe. Li ser vê yekê Koç çibû Edliyeya Kirşehîrê û bi Dozgerê Komarê re hevdîtin kiribû.
Koç, binpêkirinên li girtîgehê ku piştî hevdîtina bi girtiyan re bi dest xistibûn wiha rêz kir:
 
“* Ji 7’ê gulanê ve jimartina leşkerî li girtiyan hatiye ferzkirin û 14 girtî bi darê zorê ji aliyê bi dehan gardiyana ve ji kogûşan hatine derxistin. Di vê kêliyê de destê hin girtiyan li pişt wan hatiye kelemçekirin, gef li wan hatiye xwarin û heqaret li wan hatiye kirin.
 
* Ji 7’ê gulanê ve girtiyên ku kirine odeya kontrole tenê rojê nîv saetî ava cemî de dane wan û hefteyê carekê jî nîv saet ava germ dane wan. Ji ber vê yekê girtiyan nikaribûye pêwîstiyên xwe dabîn bikin.
 
* Di odeya kontrole de jî jimartina leşkerî li 4 girtiyan hatiye ferzkirin. Ji ber ku qebûl nekirine wan bi erde ve kaş kirine û derxistine hewşê û li vir jimartina wan girtine. Di vê kêliyê de heqaretê li girtiyan hatiye kirin.
 
* Dema jimartinê gelek gardiyanan berdevk nedane ber devê xwe.
 
* Dema ku girtiyan ji bo telefonê ji kogûşên wan derdixin lepik û berkevk nadin wan.
 
Koç, têkildarî mijarê ji Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul pirs kir ku haya wî ji pêkanîn li girtîgê heye û derbarê pêkanîne lêpirsîn daye destpêkirin an na?