Prof. Ulusoy: Peymana Qatarê maqyaj e

img

ENQERE - Prof. Dr. Veysel Ulusoy, diyar kir ku rêveberiya aboriyê ya Tirkiyeyê deynan bi deyna rûpoş dike. Ulusoy, bal kişand ser Peymana swapê ku Tirkiye bi Qatarê re îmze kir û lîmita wê derxistin 15 milyar dolarî û wiha got: “Dixwazin deyn bi deyn bigirin. Ev maqyaj e."

Li Tirkiyeyê qeyrana aborî her ku diçe kûr dibe. Bêtir pêdiviya Tirkiyeyebi dowîzan heye. Di vê pêvajoya ku şewba belav dibe de, zahmet e ku herikîna dowîzan a Tirkiyeye bidome. Dîsa sektora turîzmê hatiye asta sekinandinê. Sektorên ku pere tînin Tirkiyeyê jî hatine asta ku xebatên we rawestînin. Di meha Nîsanê de li gorî Nîsala sala par ji sedî 41,38 hatin kêm bûye. Ev jî nîşan dide ku sermayeya biyanî ji Tirkiyeyê direve. Dîsa rezerveyên Banka Navendi daketin sînorê berê. Deynê Tirkiye yê derve yê îsal 169 milyar dolar e. Ji ber ve yekê Tirkiye derketiye lêgerîna pereyan û pereyan deyn dike. Tirkiye bi peymana Swapê çû Qatarê ku doviz bibîne. Serokê Banka Navendî Murat Uysal di 19'ê nîsanê de got “Ji bo em peymana swapê ji nûve pêk bînin em hevdîtinan dikin" Lê mehek derbas bû hêj encamek erênî pêş neketiye. 
 
Tirkiye ji DYA'yê bersîvek erênî negirt. Tirkiye diyar kiribû ku dê pereyan ji Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) deyn neke. Tirkiye herî dawî diyar kir ku dê bi peymana swapê limita pereyan a di navbera Banka Navendî ya Tirkiyeyê û Banka Navendi ya Qetarê de ji 5 milyar dolarî derxin 15 milyar dolarî. 
Li gorî vê peymanê Tirkiye dê bi qasî 15 milyar dolarî TL bide Qatarê û li hemberî wê Riyalê Qatarê bistîne. Lê hêj ne zelal e ku Tirkiye dê çawa 169 milyar dolar deyê xwe yê derve bide. 
 
EV PEYMAN MAQYAJ E
 
Hîndekarê Zanîngeha Yedîtepe Prof. Dr. Veysel Ulusoy, bal kişand ser peymana di navbera Tirkiye û Qatarê de û wiha got: “Ev karê makyajkirina encamê ye. Wekî di daxuyaniya Banka Navendî de jî hat dîtin peymana di navbera du welatê ya li ser bazirganiyê ye. Ji ber ku bi awayekî fîîlî karê taqasê pêk nehatiye. Dîsa di vê peymanê de Dolarê DYA bikar tînin. Tu fêda vê yekê li dayîna 170 milyar dolar daynan nake. Dixwazin bi vê yekê deyn bidin deynan. Ji cihekî deyn dikin û didin deynê ciheki. deyn didin deynekî din. Çareserî ne deynkirin e. Çareserî hilberîn e. Çareserî bazirganiya bi cîranan re ye. 
 
MA / Selman Guzelyuz