Erdogmuş: Divê muxalefet gavan bavêje

img

ENQERE - Parlamenterê ANAP'ê yê berê Abdulbakî Erdogmuş, diyar kir ku divê îqtîdar polîtîkayên li gorî zagonan pêş bixe û wiha got: "Ji bo îqtîdar li gorî Destûra Bingehîn gavan bavêje divê muxalefet gavan bavêje. Li Tirkiyeyê hiqûq tune û muxalefet jî temaşe dike. Divê temaşe neke û gavan bavêje."  

 
Parlamenterê Partiya Anavatanê (ANAP) yê berê û siyasetmedarê Kurd Abdulbaki Erdogmuş, bal kişan ser politikayên iqtîdarê yên tundî, zext û li dijî zagonan. Erdogmuş, têkildarî tayînkirina qeyûman ên şaredariyên HDP'ê û wiha got: “Ger ku hiquq tune be, mirov nikare qala diyarkirina demê bike. Kengi bixwazin dikarin vê bêhiqûqiyê têxin meriyetê. Li cihe hiquq tune be mirov nikare bêje çima ev biryar di serdema virûsê de xistin meriyetê. Li Tirkiyeyê hiqûq tune ye."  
 
MUXALEFET TENÊ TEMAŞE DIKE
 
Erdogmuş, bal kişand ser tundî û zextên li ser HDP'ê û bêdengiya muxalefetê û wiha lê zêde kir: "Divê mirov vê bêdengiya muxalefetê rexne bike. Îqtîdarê li dijî HDP’ê polîtîkaya darbeyê xistiye meriyetê. Muxaletef tişta li HDP’ê tê kirin tenê temaşe dike. Li vir muxalefet li gorî xeta îqtîdarê tev digere. Muxalefet zorê li îqtîdarê nake ku li gorî hiquq û zagonan tev bigere. Divê muxalefet zorê li îqtîdarî bike ku li gorî hiqûq, zagon û edaletê tev bigere. Divê muxalefet bi rastî jî muxalefetiyê bike. Serokomarê ku bi Destûra Bingehîn sond xwariye heye. Lê muxalefeta ku destûr nede ku Serokomar li dijî vê Destûra Bingehîn tev negere tune ye. Divê muxalefet muxalifiyê bike û zextan li îqtîdarê bike. Ger ku wisa be tu wateya wê ya li meclîsê tune ye." 
 
MUXALEFET PRTÎKA ÎQTÎDARÊ REWA DIKE
 
Erdogmuş, anî ziman ku îqtîdar dixwaze HDP’ê mahkûm bike û muxalef jî teslîmî van polîtikayên îqtîdarê dibe û wiha berdewam kir: "Muxalefet bi vê helwesta xwe pratîka îqtîdarê rewa dike. Helwesta îqtîdarê ya li dijî Kurdan û siyasetmedarên kurdan ne rewa ye. Em di ferqa zextên ku li ser HDP'ê têne meşandin de ne. Di van şertan de HDP siyasetê dike. Ev kedek mezin e. Lê divê siyasetek berfirehtir û mezintir bike. Divê muxalefet siyasetê bi afirîne. Dibe ku muxalefet piştgiriyê nede daxwazên HDP’ê. Lê divê destûr nede ku îqtîdar li dijî hiqûq, zagon û Destûra Bingehîn gavan bavêje. Ji bo girêdan Destûra Bingehîn HDP dikare gavekê bavêje, Lê CHP û partiyên din ên muxalefet dikarin gavek hîn baştir bavêjin. 
 
DIXWAZIN KURDAN LI DERVÊ SIYASETÊ BIHÊLIN
 
Erdogmuş, herî dawî anî ziman ku dixwazin HDP’ê li dervê meclise bihêlin û bi vê yekê Kurdan li dervê siyasetê bihelin û wiha got: "Dixwazin Kurdan li dervê siyasetê bihêlin û xwe ji meseleya Kurd û Kurdan xelas bikin. Lê dema em bala xwe didin geşedanên li Rojhilta Navîn êdi bêyî Kurdan tu pirsgirêk çareser nabe. Ev hewldanên îqtîrarê dê bi Tirkiyeyê bide windakirin. 
 
MA / Berivan Altan