Guzel: Bi qeyûman tenduristiya gel xistin talûkeyê

img

AMED - Parlamentera HDP'ê Semra Guzel, diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman a şaredariyan têkoşîna şaredariyan a li dijî Covît-19 astengkirin û tenduristiya gel jî xistin talûkeyê û wiha got: "Bi tayînkirina qeyûman hem vîna gel xezp kirin û hem jî tenduristiya gel xistin talûkeyê."

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Dr. Semra Guzel, tayînkirina qeyûman a şaredariyan û girtina rêveber û hevşaredaran wekî dijminantiya Kurdan pênase kir û wiha got: "Piştî Vîrûsa Corona (Covid-19) li cîhanê belav bû, herî zêde şaredariyên HDP’ê dest bi tedbîran kirin û piştgiriya tenduristî û civakî da gel. Kolan bi rêk û pêk dezenfeke kirin. Malzemeyên wekî rûpoş, lepik û yên paqijiyê bê pere belav kirin. Lê pişt re qeyûm dayînî şaredariyan kirin û xebatên şaredariyê yên li dijî şewbê asteng kirin. Alîkariya aborî û tenduristiyê ya şaredariyê bi gel re dikirin asteng kirin. Em dibînin ku li şûna dewlet li dijî şewbê têbikoşe, li dijî vîna gelê Kurd şer dike."  
 
QEYÛM BI TENDURISTIYA GEL DILÎZE
 
Guzel, anî ziman ku herî dawî di 15'ê Gulanê de qeyûm tayîni 5  şaredariyan kir û wiha got: "Mînak heta beriya qeyûm tayîn bike li Navçeya Hawêlê Vîrûs tune bû. Ji ber ku yên ji dervê bajar dihatin 14 rojan dixistin qerantînayê û hemû pêdiviyên wan pêşwazî dikir. Şaredariya Sêrtê her roj kolan dişuştin û karê dezenfekteyê dikir. Lê piştî qeyûm tayînî Şaredariya Hawêl û Sêrtê kirin, vîrûs belav bû. Şaredaiya Êlihê jî beriya qeyûm bi heman rêbazê kar dikir. Lê niha rewşa Êlihê pir xerab e. Qeyûm hem bi vîna gel dilîzin û em jî bi tenduristiya gel dilîzin. Ji ber ku li dijî vîrûsa corona tu xebatê nakin. Sedema tayînkirina qeyûman û girtina hevşaredaran dijminantiya Kurdan e. Ger ku ne dijminantî be çima tabelayên Kurdî dadixin? Çima qreşên bi zimanê zikmakî perwerdehiyê didin girtin? Aşkere ji gelê Kurd re dibêjin tu nikare bibe rêveber û vîn." 
 
Guzel, da zanîn ku ji ber tenê HDP li dijî polîtîkaya îqtîdarê ya yekperestî û yek mirovî derdikve, dibe hedef û wiha bi dawî kir: "Îro li hemberî me faşîzma ku li ser şer hebûna xwe didomîne heye. Naxwazin pir zimanî, pir çandî û pir bawerî bi hevre di nava aştiyê de bijîn. Îro di nava HDP’ê de ji her çand, ziman û rengî heye. Ev êrîş d heman demê de li dijî nasnameya pir çandî, pir zimanî, pir rengî û pir baweriyê ye. Li dijî jiyana bi hevre ya gelan e. Di rojên dawî de tundiya polîsan a li dijî parlamenterên HDP’'ê balkêş e. Ji bo çalakiyek demokratîk û zagonî, destûr nadin û tundiyê dimeşînin. Vîrûsê ji bo xwe dikin firsend û çalakiyan asteng dikin. Lê êdî îqtîdara AKP'ê nikare vê pêvajoyê bi rêve bibe. Niha dîsa mirov tev li derve ne û şewb belav dibe. Dibejin vîrûs qediya û rewş baş dibe. Lê, li peş panka û postexaneyan dîsa mirov dikevin dorê û riska şewbê gelek zêde ye." 
 
MA / Arjin Dîlek Oncel