Gergerlîoglu: Êrîşa polîsan li pişt kamerayan jî berdewam kir

img
ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlioglu, têkildarî êrîşa polîsan a li dijî rêveber û wekîlan diyar kir ku polîsan li pêş qamerayan êrîşî wan kir û xwestin li pişt kamerayan jî êrîşê bidomînin û got: "Polîsan li pişt kamerayan hewl dan ku pêhnê li min bixin."  
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqereyê di 21'ê Gulanê de li dijî tayînkirina qeyûman xwestin daxuyaniyê bidin û polîsan êrîşî rêveber û parlamenteran kiribûn. Polîsan îşkence li rêveberan kiribûn û Serê Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê şikandibûn. Têkildarî mijarê Parlamenterê HDP’ê Ömer Faruk Gergerlîoglu, bal  kişand ser êrîşa polîsan û wiha got: "Me xwest hem êrîşa polîsan a li dijî hevalên me yên rêveber ku dema xwestin tayînkirina qeyûman, hem jî tayînkirina qeyûman şermezar bikin. Lê polîsan dîsa mudaxaleyî me kir. Me xwest li dijî tayînkirina qeyûman ku xezpkirina vîna gel e çend gotinan bêjin. Lê polîsan mudaxaleyî me kir û destûr nedan ku em daxuyaniyê bidin. Me tenê xwest li pêşberî kamerayan çend gotinan bêjin. Lê bi dengê otobus û kamyonan û dengên cuda alozî kirin û destûr nedan ku dengê me bê bihîstin. 
 
Gergerlîoglu, anî ziman ku du wekîl û hevserokên HDP'ê li pêş avahiyê xwestin daxuyaniye bidin û polîs ji vê yekê bêzar bûn û wiha got: "Dema me daxuyanî da maşîne xebitandin û xwestin dengê me bitepisînin. Xwestin bi rêbazên kevneperest asteng bikin. Dema me daxuyanî da rojnameger bi tundiyê ji qadê dûr xistin. Bir hişk nêzîk bûn. Bi uslub û tundiyê nêzîkî me bûn. Bê hurmetî kirin. Ez wekîl im. Vîna gel temsîl dikim. Gelek mafên min ên zagonî hene. Tişta ku li me hat kirin bê hurmetî û dijzagonî ye. Nêzîkatiya li dijî me nêzîkatiya li dijî gelê me ye." 
 
LI PIŞT KAMARA JÎ ÊRÎŞ KIRIN
 
Gergerlîoglu, bal kişand ser dîmenên ku ajansa me kişand û li ser medya civakî parve kir û got: "Êrişan di ketina avahiyê ku cihê kamera nabînin jî berdewam kir. Li cihê kamera nabînin polîsan xwest pêhnê li min bixe. Hewl dida êrîşî bikin bike. Amîrê ev yek dît hewl da min ji polîsê xwe biparêze. Polîs ew qas har bûbûn êrîşî min dikirin û dixwestin bin pêhn bikin. Ew qas har bûbûn li hemberî min ev bê hiqûqî kirin. Ev êrîşa li dijî me nîşan dide ku çiqas xwedî kîn in. Min got hûn dê sibê li hemberî hiqûqê hesab bidin. Min xwest dest ji van nêzîkatî û hewldanên xwe berdin. Min got hûn wisa bikin sibê ev ji were nabîne. Min erk û peyvira wan bibîra wan xist. Min got dê min guhdar bikin, lê sibê ev gotina min dê bê bîra wan. Dê rojek bê li pêş hiqûqê hesab bidin. Ev wisa nadome. Nikarin li dijî gelan têbikoşin." 
 
Gergerlîoglu, anî ziman ku der barê polîsan de serlêdana sûc kiriye. 
 
MA / Emrullah Acar