Aydogan ê CHP’: Sedema tundiya polîsan zimanê siyasetê ye

img

STENBOL - Parlamenterê CHP’ê Tûran Aydogan, diyar kir ku sedama zêdebûna tundiya polîsan, zimanê siyasetê ye û got: “Ev nimûne, weke gula bayê ye. Dewlet çawan nêz bibe, yên jêra wê jî dê wisan nêz dibin.”

 
Her roja diçe tundî û îşkenceya polîs û nobedaran zêdetir dibin. Di pêvajoya şewba vîrûsê de tundiya polîsan zêdetir bûn. Dest pê kê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, polîsan bi guleyan bera zarokên biçûk dan û zarokê berasteng ê zîhnî binçavkirin û derp kirin. Di pêvajoya qedexeya derketina kolanan a 4 rojên Cejna  Remezanê de jî, polîsan li navçeyên Sûltangazî, Eyûp, Sûltanbeylî, Zeytînbûrnû, Kadikoyê yên Stenbolê, li navçeya Çorlû ya Tekîrdagê û navenda Keşan a Edîrnê îşkence li welatiyan kirin û bi lêdanê mirov xistin binçavan. Dîmenên tundiya polîsan ên li ser medya civakî hatin parvekirin, rastî gelek bertekan hatin. Lê heya niha derbarê polîsên mirov derp kirin de tu lêpirsîn, binçavkirin û ji kar dûrxistin nehatine kirin. 
 
Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CDP) yê Stenbolê Tûran Aydogan, pêr tundiya polîsan bi rojeva Meclîsê. Aydogan derbarê tundiya polîs û nobedaran de ji ajansa me re axivî.  
 
‘ZIMAN PÊŞIYA TUNDIYÊ VEDIKE’
 
Li gorî Aydogan, sedama zêdebûna tundiya polîsan zimanê siyasetê ye. Aydogan, bal kişand ser zimanê siyasetê û wiha axivî: “Heya ku siyasetmedar zimanê tundiyê bi kar bînin, wê kiryarên tundiyê dewam bikin. Ger siyasetmedaran bangên hiqûqê li dewletê bikiran, bangên bi cih anîna qanûnan bikaran û bangên xwedî derketina azadiyan bikiran, karmendên dewletê jî ne dikarîn bi vî awayî tevbigerin. Wê li gorî vê refleksên xwe diyar bikiran.”
 
‘JI XWEDE ÇÊNABE’
 
Aydogan, da zanîn ku ev bûyerên wiha di teşkîla ewlekariyê de wisan ji ber xwe de rû nadin û wiha got: “Ger siyasetmedar, zimanê dijminantî û kînê bi kar bînin, wê ne tenê ewlekarî, hemû karmendên di saziyên dewletê de heman awayî nêzî mirovan bibin. Ev nimûne, weke gula bayê ye. Dewlet çawan nêz bibe, yên jêra wê jî dê wisan nêz dibin. Desthilatdarî di vê pêvajoyê de ji bo ku xwe li ser lingan bigire serî li rêbazên tundiyê dide. Hewl dide bi polîtîkayên zextan, ewlekariyê, tekparêzî û otorîteriyê desthilatdariya xwe dewam bike. Li Tirkiyeyê pirsgirêkên pir mezin hene. Berî her tiştî li Tirkiyeyê pirsgirêka edaletê heye. Ne tenê pirsgirêka aboriyê, di heman demê de pirsgirêka edaletê heye. Me hemûyan bala xwe daye ser şewba vîrûsa koronayê, lê pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ne ev şewbe. Aborî, azadî, edalt û hiqûqa Tirkiyeyê qediyaye. Tirkiye ji aliyê desthilatdariyek tekparêz ve tê birêve birin.” 
 
HEBÛNA DESTHILATDARIYÊ TUNDIYE
 
Aydogan, diyar kir ku desthilatdarî li şûna Tirkiyeyê rehet bike, hewl dide hebûna xwe û alîgirên xwe dewam bike û wiha bi dawî kir: “Desthilatdarî hebûna xwe di zimanê tundiyê de dibîne. Hewl dide bi vî awayî dirêjkirina deynê ku wehda wê ji bo alîgirîn xwe dayî teman bike. Ji ber vê tirsê li civakê belav dike. Me mînakên vê yekê di hilbijartinên Hezîran û Mijdara 2015’an de, bi awayekê pir aşkere dîtin. Li her deverên Tirkiyeyê, bombe hatin teqandin û zimanê tundiyê zêde bû. Di rastiyê de desthilatdariyê winda kiribû. Lê bi van kiryaran carek din xwe komî ser hev kir. Desthilatdarî wisan difikire ku wê vê carê jî wisan bibe. Ev ji bo carekê bû. Lê wê her tim ev yek çênebe.”
 
MA / Ferhat Çelîk