Hevserokên HDP’ê yên bajaran awarte kom bûn

img

ENQERE – Hevserokên rêxistinên HDP’ê yên bajaran têkildarî KHK’iyên dawî hatin weşandin û pêvajoya kongreya navenda HDP’ê bi awayek awarte li Enqereyê kom bûn. 

Hevserokên rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên bajaran li ser mijarên KHK’iyên nû hatin weşandin û der barê nîqaşên pêvajoya kongreya nevenda HDP’ê li avahiya Navenda Giştî ya HDP’ê ya li Enqereyê bi awayek awarte li hev kom bûn. Dê hevserokên HDP’ê yên bajaran di civînê de têkoşîna li dijî “Kincên yek tîp” a bi KHK’ê ket meriyete û kongreya HDP’ê ya dê di meha sibatê de bê lidarxistin bigirin dest.  Civîn ji çapemeniyê re girtî pêk tê. Dê saet di 13.00’an de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay civînek çapemeniyê li dar bixe. 
 
Piştî civîna hevserokên bajaran, dê endamên Lîjneya Desteya Navendî li hev kom bibin.