Temellî: Tundiya aboriyê li Kurdistanê qat qat zêdetir bû

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê dema berê û aborîzan Sezaî Temellî, diyar kir ku rewşa krîzê ya di aboriyê de, mîna tundiya aboriyê bandorê li civakî kir û got: “Ev tundî, li bajarên kurdan qat bi qat zêdetir bû. Li bajarên kurdan tundiya aboriyê mîna ‘Stratejiya şerê taybet’ tê bikaranîn.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê dema berê û aborîzan Sezaî Temllî, rewşa di krîza aborî de tê jiyîn û bandorên wê yên li ser civakê ji ajansa me re nirxandin. Temellî, diyar kir ku li Tirkiyeyê, ligel tundiya siyasî û civakî, tundiya aboriyê jî, pir zêde tê jiyîn. 
 
Temellî, da zanîn feraseta aboriyê ya desthilatdariyê, civak xistiye nava krîzeke mezin û wiha axivî: “Di encama 18 salan de civak bi tundiya aboriyê re rû bir û ye. Kûrbûyîna newekhevî û birçîbûnê, zêdebûna bêkariyê, fikarên ciwanan ên derbarê pêşerojê de, encamên tundiya aboriya li ser civakê ye.”
 
‘AŞTIYA ABORÎ YA CIVAKÊ TUNEYE’ 
 
Temellî, anî ziman ku yek ji lingê herî girîng ên aştiya civakî “aştiya aboriyê ye” û wiha got: “Lingê din jî aştiya siyasiye. Ev desthilatdarî çawan ku xwe bi dijminantiya kurdan xwedî dike, di heman demê de xwe bi tundiya aboriyê û newekheviyê jî xwedî dike. Li Tirkiyeyê aştiya civakî tuneye û newekhevî di asta herî jor deye. Mînaka vê ya herî nêz li Enqerê hat jiyîn. Ciwanê kurd ê guhdarî muzika kurdî kir hat kuştin. Aştiya siyasî jî tuneye. Em mînaka vê jî di êrîşên li dijî HDP’ê de pir aşkere dibînin. Aştiya aborî jî vaye li holêye. Civak fikarên pêşerojê dijî û tenê dikare rojane pêdiviyên xwe pêşwazî bike. Di nava 182 welatan de, herî zêde li Tirkiyeyê bêedaletî heye. Tirkiye di warê bêedaletî û ne wekheviyê de, di rêza 10’emîn a van welatan de cih digire.”
 
‘TUNDIYA ABORIYÊ LI KURDISTANÊ QAT BI QAT BÛ’
 
Temellî, dest nîşan kir ku tundiya aborî ya desthilatdariyê pir zêde bûye û wiha bilêv kir: “Ev rewş li Kurdistanê qat bi qat zêdetir bû. AKP niha li ser tundiya aboriyê xwe dide jiyîn û herî zêde bondara vê yekê li bajarên kurdan tê hîskirin. Bi zextên li ser kurdan hewl dide ku bertekên li Tirkiyeyê kêm bike. Dema ku em li rewşê mêze dikin, tundiya aboriyê ya herî zêde li Mêrdîn, Şirnex û Wanê tên jiyîn.”
 
STRATEJIYA ŞERÊ TAYBET E
 
Temellî, da xuya kirin ku tundiya aboriyê li bajarên kurdan mîna ‘Stratejiya şerê taybet’ tê bi rêve birin û wiha pê de çû: “Di TV’iyan de weşanên pêşbirka biçekirinê dikin. Pêşbirkek biçek kirine heye. Niha zavayekê wî aboriyê bi rêve dibe û zavayê wî yên jî sektora çekan bi rêve dibe. Balafirên  pêleyîstikê yên çêkirine bi hemû kesan didin nasîn. Ê başe, gelo dewlet bi kî re şer dike? Di rastiyê de bi gelê kurd re şer dike. Gelo çima dijminantiya kurdan ewqas mezin dikin? Ji ber ku sermayeya wan bi sanayiyên şer ve girêdayî ye. Yanî ji bo ku hilberîna çekan teşwîq bike, pêdiviya wan bi dijminantiyê heye. Ji bo ku ÎHA û SIHA’yan jî di bazara cîhanê de bikar bînin, her tim pêdivaya wan şer li Efrîn û Başûr heye. Siyaseta ku vî şerî mezin dike heye. Bi zimanekê dijminantî û cudakariyê nêzî gelê kurd dibin. Vî zimanê siyasetê bi kar tînin.”
 
‘ÇARESEÎ DI CIH DEYE’
 
Temellî, bal kişand ser çareseriyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî di nav hev de bên dest girtin. Dema ku em li siyasetê mêze dikin, heta ku rejîmeke parlamenter a ji hêzên demokratîk ên herêmî ava nebe, wê pirsgirêk çareser nebin. Demokrasiya herêmî ji bo vê yekê rola herî serekeye. Rejîma qeyûm yek ji pêngavên dîktatoriyê ne. Ji ber vê dixwazin demokrasiya herêmî tune bikin. Ji bo vê divê xweseriya demokratîk û demokrasiya feraseta herêmî bê vakirin. Li Tirkiyeyê gelên kurd, erep, Ermenî, Tirk û Suryanî hene. Ev gel xwedî axa û herêmbûyîna xwe derdikevin. Çi dema ku ev di meclîsên xwe de hatin gel hev, wê demê dê aştiya civakî pêş bikeve. Bi nêzîkatiyêk wiha wê pirsgirêka aboriyê jî çareser bibe. Ji xwe dê wê demê çareserî ji xwe ve derbikeve holê. Rêya HDP’ê ya ji bo avakirin çareseriyê jî eve. Em vê dikin. Divê em tenê li ser pirsgirêka aborî ne rawestin. A girînge demokratîbûyîna giştî ye. Ji ber vê aştiya siyasî, aştiya civakî û aştiya aboriyê hemû bi hev ve girêdayî ye. Pêdivî bi modelek hevgirtî heye.”
 
MA / Selman Guzelyuz