An wekîlên Kurd digirin anjî qeyûm tayîn dikin û hevşaredaran digirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji 2'ê Adara 1994'an heta niha li Meclisa Tirkiyeyê li dijî partiyên Kurdan 3 darbeyên siyasî pêk hatin. Disa piştî partiyên Kurdan şaredarî bi dest qistin qeyûm tayînî ser dehan şaredariyên Kurdan kirin û hevşaredraên wan girtin. Bi hezaran siyasetmedarên Kurd hatin girtin û hatin berdan. Herî dawî di 4'ê Hezîranêde wekîltiya 2 parlamenterên HDP'ê û yekî CHP'ê betal kirin û girtin.   

Ji roja ku Kurd tev li siyasetê bûne û dixwazin xwe bi rêve bibin heta niha bê navber siyasetmedarên Kurd tên binçavkirin, girtin û qeyûm tayînî vîna Kurdan dike. Ji 2'ê Adara 1994'an heta niha zêdeyî 20 parlamenterên Kurd hatin girtin û cezakirin. Dîsa bi sedan şaredariyên Kurdan qeyûm tayîn kirin û hevşaredar şandin girtîgehan. 
 
DARBEYA 2'Ê ADARÊ
 
Gelê kurd di sala 1990'î de bi Partiya Kedê ya Gel (HEP) li Tirkiyeyê dest bi xebatên partiya siyasî kirin û bi Partiya Demokrasiyê (DEP) dewam kirin. Çawa di wan salan de zext li ser van partiyan hebû îro jî heman zext li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ji heman kevneşopiyê tê jî didomin. DEP di hilbijartina 12'ê Kanûna 1993'an de hat bijartin û çû Meclîsê. Di sondxwarina li Meclîsê de Parlamentera DEP'ê Leyla Zana bi kurdî sond xwar û merasîm veguherî protestoyê. Piştî sondxwarinê Leyla Zana û hevalên xwe yên parlamenter bûn hedefa partiyên din ên li Meclîsê. Di 2'ê Adara 1994'an de li dijî parlamenterên HDP'ê operasyonek hat despêkirin û wek "Darbeya 2'ê Adarê" di dîroka siyaseta li Tirkiyeyê de navê xwe girt. Bi erêkirina Meclîsê destnedayîna parlamenterên wê demê yê DEP'ê Orhan Dogan, Hatîp Dîcle, Selîm Sadak, Leyla Zana, Ahmet Turk, Sirri Sakik,  û Mahmut Alinak hat rakirin. 
 
Parlamenterên HEP'ê piştî 13 rojan ji aliyê dadgehê ve hatin girtin û şandin Girtîgeha Navendê ya Enqereyê. Bi heman lez û bezê biryara girtina DEP'ê derket û girtin. Doza DEP'ê di 8'ê 1994'an de dest pê kir û bi lez û bez di 8'ê Kanûna 1994'an de bi dawî bû. Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Enqereyê bi hêceta "Rêveberiya rêxistinê" hatin girtin. Ahmet Turk, Sirri Sakik û Mahmut Alinak piştî demek kin hatin berdan. Leyla Zana, Orhan Dogan, Hatîp Dîcle û Selîm Sadak 10 sal di hepsê da man. 
 
DARBEYA 4'Ê MIJDARÊ
 
Piştî 25 salan di 4'ê Mijdara 2016'an de bi heman rengê operasyona li dijî parlamenterên DEP'ê li dijî parlamenterên HDP'ê jî operasyonek pêk hat û Hevserokên Gitşî yên HDP'ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 9 wekîl hatin binçavkirin û girtin. HDP'ê binçavkirina parlamenterên xwe şiband pêvajoya girtina parlamenterên DEP'ê û navê "Darbeya 4'ê Mijdarê" li vê operasyonê kir. Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Selma Irmak, Gulser Yıldırım, Çaglar Demîrel, Burcu Çelîk Ozkan, Îdrîs Baluken û Abdullah Zeydan hêj girtî ne. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an de ji sedî 13 deng bi dest xist û bend û mendan hemû şikand. HDP’ê bi serkeftina xwe AKP’ê ji îktîdarê daxist. Piştî vê yekê Tirkiye piştî du salan veguherî polîtîkayên şer û pevçûnan. Îktîdara pêvajoya çareseriyê xera kir “mekanîka darbeyê” xist dewrê. Neçareseriyê hewldana darbeya eskerî û darbeyên siyasî li pey xwe anî. Şeva 4’ê Mijdara 2016'an de tiştên li dijî HDP’iyan qewimî, girtina parlamenterên DEP’ê ya 2’ê Adara 1994’an û girtina siyasetmedarên kurd a di 14’ê Nîsana 2009’an de di bin navê “KCK’ê” de pêk hat anî bîra mirov û bû darbeya sêyemîn li dijî siyaseta kurd. Girtinên di 4’ê Mijdarê de wek di çarçoveya “Plana Têkbirinê” ya biryara wê di cotmeha 2014’an de ji aliyê Desteya Ewlehiya Milî (MGK) ve hatibû girtin hat nirxandin. Girtina siyasetmedarê Kurd Îdrîs Balûken ê Parlamenterê HDP’ê bû şeva 4’ê Mijdarê ku li Navenda Giştî ya HDP’ê hat binçavkirin awayê darbeya 2’ê Adara 1994’an a li dijî parlamenterê DEP’ê anî bîra mirov. 
 
Teklîfa rakirina destnedayîna parlamenteran di 12’ê nîsana 2016’an de pêşkêşî Meclîsê hat kirin. CHP’ê jî destek da AKP’ê û di 20’ê Gulana 2016’an de destnedayîna parlamenterên HDP’ê hat rakirin. Ji bo hilbijêrên HDP’yî serî li Dadgeha Mafên Mirova ya Ewropa (DMME) hat dayîn. DMME ji bo Selahattîn Demîrtaş biryar da û ji Tirkiyê xwest demildest were berdan. Hikumetê li dijî vê biryarê ket tevgerê û cezayê 4 sal û 8 meh ê hefsê yê Demîrtaş erê kir û Demîrtaş kirin pozîsyona hikumxwar. Piştî vî cezayî dadgehê di danişîna Demîrtaş a di 2’ê îlona 2019'an de biryara tahliyeya Demîrtaş da. Ne Demîrtaş û ne jî parêzerên wî beşdarî vê danişînê bibûn. Di 20’ê îlonê de dadgehê ji nû ve ji bo Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag biryara girtinê derxist û wan da girtin. 
 
QEYÛM LI SER QEYÛM TAYÎN KIRIN
 
Di sala 2016’an de bi hinceta OHAL’ê (rewşa awarte) bi hejmara 674’an KHK’yek (biryarnameya di hikmê qanûnan de) hate derxistin û bi wê KHK’yê raye dan serokkomar ku bikare qeyûman tayînî şaredariyan bike, ji waliyan re jî raye dan ku bikarin dest deynin ser malên şaredariyan ên guhêzbar û xebatkarên wan ji peywirê dûr bixin.  Di 11’ê Îlona 2016’an de dest bi tayînkirina qeyûman kirin. Wezire Karên Hundir piştî 11'ê Îlona 20167an qeyûm tayînî 3 bajarên mezin, 10 bajar, 63 navçe û 22 bajarokan û bi giştî 95 şaredariyên DBP’ê kir. Di vê çarçoveyê de 15 hezar karker û karmendên kurd ên di şaredariyan de dixebitîn û nêzî 300 muxtar hatin îxrackirin. 93 hevşaredar, bi sedan endamên meclisên şaredariyan û meclisa giştî ya bajar hatin girtin. Ceza dan 15 hevşaredarên girtî. Piştî qeyûm tayîn kirin 9 qeyûm ji ber gendeliyê ji kar hatin dûrxistin, 55 heb ji ber tawanbariya cemaetê ji peywirê girtin û bi sedan gendeliyên wan hatin piştrastkirin û Sayiştayê der barê wan de 58 heb şikayetên sûc kir. 
 
DÎSA QEYÛM 
 
HDP di hilbijartina 2019’an de 3 şaredariyên mezin, 5 bajar, 45 navçe û 12 bajarokan bi dest xist û bi giştî 65 şaredariyan qezenc kir. Bi tayînkirina qeyûmên îro re jî hejmara desteserkirina şaredariyên HDP’ê derket 45’an.