Yuksekdag: Em ê cilên yek reng biçirînin û bavêjin

img

ENQERE  - Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, bertek nîşanî pêkanîna cilên yek reng da û got: "Bila her kes bizanibe ku bi cilên yek rengî dê faşîzma KHK'yan, şerê navxweyî û planên rûxandinê bên çirandin û avêtin."

 
Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, ji Girtîgeha Kandirayê peyamek şand û biryara KHK'ê ya cilên yek rengî şermezar kir. Yuksekdag, diyar kir ku bi 'cilên yek tîp/reng' dixwazin şerê navxweyî derxin û wiha got "Bi KHK'yên dawî re li dijî hemû gelên li Tirkiyeyê, ji derveyê hemû jiyanên derveyê qesrê êrîşeke vekirî ye û KHK'a şer e. Em ê li derve jî û li hundur jî li dijî vî şerî li ber xwe bidin."
 
Yuksekdag aşkera kir ku hikumeta AKP'ê dixwaze cilên yek reng li hemû civakê bike û wiha got "Dê bi berxwedaneke mezin û piştgiriyê re rû bi rû bimîne. Bila her kes bizanibe ku bi cilên yek reng re,  dê faşîzma KHK'yan û planên rûxandinê hemû bên çirandin."