Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Em ê bitêkoşin heta dawiyê

img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, têkildarî betalkirina parlamenteriya parlementerên HDP'ê Leyla Guven û Mûsa Farisogulari de anî ziman ku a hatiye kirin darbe ye û got:"Ji me kesek tenê jî bimîne, wê ev têkoşîn dewam bike." 
 
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, piştî civîna MYK'ê daxuyaniyek dan. Daxuyanî li Navenda Giştî ya HDP'ê hat dayîn. Hevserokan di daxuyaniyê de bal kişandin ser betalkirina parlementeriya parlementerên HDP'ê Leyla Guven û Mûsa Farisogulari.
 
'DARBE YE'
 
Hevseroka Giştî Bûldan got: "Pêvajoya vê darbeyê ev demeke dirêj e didome. Hikûmeta AKP'ê tiştê ku bi hilbijartinê bi dest nexist dixwaze bi rêya zext û zordestiyan bi dest bixe. AKP bi fenan îqtidara xwe li ser piyan dihêle. Di demên dawî de tu hilbijartina ku îqtidarê qezenc kiriye ne rewa ye. Di encama gelek fenan de ev hilbijartinan pêk hatine. Ev hem ji bo hilbijartinên herêmî hem jî ji bo yên giştî derbasdar e. Betalkirina parlamenteriyê darbeya AKP'ê ye."
 
'TÊKOŞÎN, HETA DAWIYÊ'
 
Bûldanê bilêv kir ku wê AKP nikaribe bi zext, tundî û darbeyan bigihêje armanca xwe û got:"Ji me kesek tenê jî li TBMM'ê bimîne, dîsa wê ev têkoşîn bidome. Ev darbe li dijî hevşaredarên me jî tê kirin. Ew ê têkoşîn bidome. Heger em bi hev re tênekoşin ew ê zextên AKP'ê li her derê bin. Ev darbeya li dijî hemû gelan pêk hatiye, ne tenê li dijî HDP'ê ye."
 
Piştî Pervînê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar jî got:"Divê tifaqa demokrasiyê berfireh bibe. Divê tevgera bi hev re esas bê girtin."