Sancar hişyar kir: Em ne tên lîstikan û ne jî provokasyonan dikin

img

AMED - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar, têkildarî "Meşa Demorasiyê ku ji 2 milan ve bimeşin Enqereyê û lîstikên li ser HDP'ê tên lîstin nirxandin kir û got: “Em kesên li ser HDP'ê provakasyonan dikin hişyar dikin. HDP ne tê lîstikan û ne jî provakasyonan dike."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, li Amedê Kogreya Civaka Demokratîk (KCD) ziyaret kir û geşedanên dawî nirxand. Sancar, têkildarî "Meşa Demokrasiyê" û zextên li ser HDP'ê nirxandin kir. Sancar, ji aliyê Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz û parlamenterên HDP'ê ve hat pêşwazîkirin. Sancar, girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku di heman demê de parlamenterên HDP'ê ye ya Colemêrgê ye û parlamenterê HDP'ê yê Amedê Musa Farisogullari wekî darbeya sisayî pênase kir û got: "Betalkirina parlamenteriyê û girtina wan darbeya siyasî ye. Darbe tene bi tang, topan pêk nayên. Darbe hin caran bi destê darazê û hin caran bi destê îqtîdarê jî pêk tê. Hemû darbe çi bi tang û topan, çi bi daraz û siyasetê li dijî vîna gel pêk tên. Di darbeya 12'ê îlonê de karê ewil parlamento girtin. Hemû darbekar ji bo vîna gel tune bikin ketin nava tevgerê. Yên darbeya siyasî dikin jî heman rêbazê pêş dixin û vîna gel a siyasî tune dikin. 
 
‘OPERASYONA KCD'Ê
 
Sancar, anî ziman ku Leyla Guven Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Mûsa Farisogullari jî  di heman demê de endamê Dîwana KCD'ê bû û wiha got: “Leyla Guven ne tenê wekila Colemêrgê ye. Di heman demê de Hevseroka KCD'ê ye. Emrê xwe wê bi têkoşînê derbas bûye. Her dim serbilind û seknek bi rûmet nîşan daye. Ji bo aştî û demokrasiyê bedelên giran daye. Ev provokasyona li dijî Leyla Guven û Musa Farisoglullari di heman demê de li dijî nûnertiya wê ya KCD'ê pêk hatiye." 
 
Sancar, anî ziman ku wekî HDP dê di 15'ê Hezîranê de ji Edîrneyê û Colemêrgê bimeşin Enqereyê û wiha got: "Meşa me Meşa Demokrasiyê ye. Esasê bernameya me demokrasî ye. Emê ji bo azadî û demokrasiyê bimeşin. Em dixwazin bi gelê xwe re bên cem hev. Em dixwazin bi gelê Tirkiyeyê re bên cem hev. Em bawer dikin ku dê fêdeyekê bi xwe re bîne. HDP dê têkoşîna xwe ya siyaseta demokratîk bi biryar bimeşîne. Divê tu şika kesî ji vê yekê tune be. Rêbaza têkoşîna me rêbaza rewa a demokrasiyê ye. Meşa me dê ne meşa peya ya navbera bajaran be. Dê hilbijêrên me tev li vê meşqê bibin. Meşa me dê ji du liman pêk bê. Parlamenter, endamên meclîsê û hevşaredarên me dê tev li vê meşê bibin. Ev heyeta me dê bi gel re bên cem hev. Heyetek dê ji Edîrneyê û heyetek jî dê ji Colemêrgê dest bi meşê bike. Em ê li Enqere bigêjin hev. Li Edirneyê Hevserokê partiya me yê berê Selahattin Demirtaş girtî ye. Colemêrg jî cihê ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven lê hatiye girtin. Ez ê di meşa Colemêrgê de cih bigirim. Hevseroka me Pervîn Buldan jî dê di meşa Edîrneyê de cih bigire."  
 
 
HDP NAYÊ LÎSTIKAN
 
Sancar, anî ziman ku dê li bajaran bigel re bên cem hev û wiha bi dawî kir: "Heyeten me dê bi gel û saziyan re bên cem hev. Em dê helwestên xwe parve bikin û bangê xwe bikin. Em dixwazin têkoşîna demokrasiyê ya hevpar bêtir xurt bikin. Piştî ziyaretên bajar bi bajar em ê derbasî Enqereyê bibin. Em dê li Enqereyê bigêjin hev. Hilbijêr û nûnerên 7  herêman em ê li Enqereyê bigêjin hev. HDP dê neyê lîstikan û provokasyonan. Em hişyar dikin HDP nayê lîstikan û tu provokasyonan jî nake. Dê li rûmeta demokrasiyê xwedî derkeve.