HDP ji bo Guven û Farisogullari dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin

img
ENQERE - Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, diyar kir ku dê li dijî betalkirina parlamenteriya Leyla Guven û Musa Farisogullari serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin. 
 
Wekîlê Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç, li meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Oluç, anî ziman ku ji bo biryara betalkirina parlamenteriya wekîlên HDP'ê Leyla Guven û Musa Farisogullari bê betalkirin dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin. Oluç, Di sala 2019'an de 43 hezar kesan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan. Nêzî 40 hezar kesan encam girt. 
 
Oluç, da zanîn ku di daxuyaniyên Serokê AYM'ê de jî xuya dike ku êdî daraz genî bûye û wiha got: "Sînorkirin û astengiya mafên demokratîk û azadiya mafan hemû encamê vê bê hiqûqî û genîbûna darazê ne. Îro Desûra Bingehîn ne di meriyetê deye. Destûra Bingehîn a Qesrê heye. Niha Destûra Bingehîn a Qesrê di meriyetê de ye. Serokê AYM'ê gelek dane û delîlan dixe destê me. Em 2 bangan li AYM’ê dikin. Yek jê divê AYM serdestiya hiqûqê biparêze. Li gorî pîvanên gerdûni yên hiqûqê tev bigere. Ya din jî divê Tirkiye li gorî peymanên navneteweyî ku îmze kiriye tev bigere. Divê li gorî Destûra Bingehîn a Qesrê gavan neavêje. 
 
Oluç, anî ziman ku dê li dijî biryara betalkirina wekilên HDP'ê Guven û Farisogullari dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn  bidin û bixwazin biryara betalkirina wekîlan bê rakirin û wekiltiya wan paşve bidin wan.