Bûldan: Ne hilbijartin tîfaqa demokratîk

img

STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a Navenda Giştî ya HDK’ê ziyaret kir, diyar kir ku xebatên tifaqê ne ji bo hilbijartinê ne, ji bo demokrasiyê ye. 

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, di çarçvoeya bernameya “Têkoşîna demokratîk” de Navenda Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ziyaret kir. Bûldan di serdana xwe de bi hevserok û serokên giştî yên partiyên pêkhate re, kom bûn. Bûldan berî civîna ji çapemeniyê re girtî dest pê bike, li ber avahiya navenda giştî daxuyanî da. 
 
‘EM NE BÊALTERNATÎFIN’
 
Bûldan, bal kişand ser êrîşên AKP’ê û wiha axivî: “Bi daxwaza têkoşîna hevpar a li dijî êrîşên AKP’ê me HDK’ê ziyar kir. Hemû civaka Tirkiyeyê ji rewşa heyî acize. Em jî dixwazin bi piştevaniyê têkoşînê mezin bikin û dawî li vê rewşa xirab bînin. Em baş dizanin ku li Tirkiyeyê gelek beş ji vê rewşê acizin. Li hemberî van êrîşan civak gelek aciz bûye. Li hemberî van êrîşan em ne bêalternatîfin. Ji bo vê me dest bi meşa demokrasiyê kir. A rast me meşa xwe ya demokrasiyê di 1’ê hezîranê de, bi aşkere kirina ‘Gelgeya xwe ya Helwesta demokratîk” dest pê kir.”
  
BI HEVRE HEREKET KIRIN
 
Bûldan, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Bajarên Edîrne û Colemêrgê ji bo rojhilat û rojavayê Tirkiyeyê du bajarên girîng ên sembolîkin. Weke ku tê zanîn Hevserokê me yê Giştî yê berê  Selahattîn Demîrtaş û parlamenterê Colemêrgê yê berê  Abdullah Zeydan di Girtîgeha Edîrneyê de tên girtin. Di heman demê berî çend rojan wekîltiya parlamentera me ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven betal kirin. Ji ber vê peyamên em li van her du bajaran bidin pir girîngin.” 
 
‘EMÊ TÊKOŞÎNA XWE YA HEVPAR DEWAM BIKIN’
 
Bûldan, da zanîn ku xebatkarên wan û kesên deng dane wan tên binçavkirin û girtin û wiha bilêv kir: “Meşa ku em li dar bixin ne tenê ji bo HDP’ê ye. Di heman demê de ji akademîsyen û jinane jî. Îro li Tirkiyeyê, gelek kes bi xizantî û hejartiyê re rû bi rû ne. Em ji bo hemû kesên rastî zext û êrîşên desthilatdariyên tên vê meşê li dar bixin. Emê bi hezên demokratîk re têkoşîna xwe  ya hevpar dewam bikin.”
 
BANGA TIFAQÊ JI BO DEMOKRASIYÊ YE
 
Bûldan, dest nîşan kir ku bangên wan ên tifaqê ji aliyê hin derdor û medya alîgir ve tên berevajîkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di xebatên em bi rêve dibin de, em daxuyaniyên tifaqek zelal didin. Medya alîgir vê yekê cuda nîşan dide. Banga tifaqa zelal, banga tifaqa demokrasiyê ye. Lê hin derdor û beşên cuda dibijîn qey em banga hilbjartinê dikin û hewl didin vê têgînê belav bikin. Halbûkî em banga tîfaqa demokrasiyê dikin. Ji xwe em partiyekê tifaqê ne. Partiya Demokratîk a Gelan partiyekê ban ji 6 pêkhatiyan pêk tê. Banga me ya tifaqê jî ji bo hemû hêzên demokrastîkin.”
 
Bûldan, piştî daxuyaniya çapemeniyê, bi pêkhateyên HDK’ê re civiya.