Êrişa li ser xwendekarên kurd li Stenbolê hat şermezarkirin

  • ciwan
  • 15:51 23 Sibat 2022
  • |
img

STENBOL - Xwendekarên zanîngehê yên HDP’î ku êrişa nijadperest a ser xwendkarên kurd şermezar kirin, bi lêv kirin ku wê li dijî êrişan serî netewînin. 

Xwendekarên zanîngehê yên HDP’î, êrişa nijadperest a li ser xwendekarên kurd a li Zanîngeha Akdenîza Antalyayê bi daxuyaniyekê li Qada Beyazitê şermezar kir. Xwendekarên bi kurdî û tirkî dirûşme berzkirin, dowizên “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” , “Êrişên faşîst nikarin têkoşîna me asteng bikin” , “Xwendekarên kurd li dijî êrişên faşîst serî natewînin” hilgirtin û pankarta “Êrişên faşîst nikarin bi xwendekarên welatparêz serî bidin tewandin!” vekirin. 
 
Mazlûm Buyukkaya yê li ser navê xwendekaran axivî, destnîşan kir ku sedemê êrişên nijadperest polîtîkayên tifaka “faşîst” a AKP’ê û MHP’ê ne û wiha got: “Me li dijî polîtîkayên qirqirinê yên faşîzma AKP’ê û MHP’ê xwe parast, netirsiyan û li ber xwe dan. 
 
‘EM Ê LI DIJÎ ÊRIŞAN SERÎ NETEWÎNIN’
 
Buyukkaya, destnîşan kir ku wê li dijî êrişan rawestin û da zanîn ku êriş Yekitiya Ciwanên Xwendekar (OGB) û polîsên sivîl organîze kiriye. Buyukkaya, diyar kir ku bi êrişan dixwazin xwendekarên kurd ji zanîngehan dûr bêxin û bi lêv kir ku ew ê li dijî êrişan serî netewînin. Buyukkaya, anî ziman ku wê di bingeha xwe parastinê de bersivê bidin êrişan û got: “Hewce bibe bi pênûsa xwe, hewce bibe bi kulma xwe em li dijî we ne.”