Girtina ciwanên HDP'î hat şermezarkirin

  • ciwan
  • 22:16 20 Gulan 2022
  • |
img
ENQERE - Endamên Înîsyatîfa Xwendekarên Azad girtina endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê bi meşekê şermezar kir. 
 
Înîsyatîfa Xwendekarên Azad a Enqereyê li Taxa Tûzlûçayir a navçeya Mamak a Enqereyê ji bo girtina endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên piştî binçavkirineke 4 rojan hatin girtin, daxuyaniyek da û piştî daxuyaniyê meşek li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Çewisandin, gefxwarin, binçavkirin, girtin û revandin polîtîkayên tepisandinê ne. Bila bê zanîn ku dê ciwan têkoşîna xwe bidomînin, dê li ber çewisandinan serî netewînin!" nivîsandî hat hilgirtin. 
 
Endamê Înîsyatîfa Xwendekarên Azad Hakki Zengîn metna daxuyaniyê xwend. 
 
Zengîn, destnîşan kir ku desthilata AKP'ê dixwaze hebûna xwe bi şer, talankirin, xespkirina vînê, bi binçavkirinên bêhiqûqî bidomîne û got: "Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ku coşa gel a di 8'ê Adarê, Newrozê û 1'ê Gulanê de hezm nekir, dixwaze bi çewisandinan, revandinan, ferzkirina sîxurtiyê, binçavkirin û girtinan ciwanan bitepisîne." 
 
'EM Ê SERÎ NETEWÎNIN'
 
Zengîn anî ziman ku ev polîtîka berdewama înkar û tunekirina qirêj a sed salî ye û got: "Ev çewisandinên li hemberî ciwanên kurd ên welatparêz û hevalên me yên çep û sosyalîst ji bo tepisandin û pasîfîzekirinê ne. Lê divê bê zanîn ku dê têkoşîna me ya li hemberî hemû êrişên faşîzmê bidome û em ê tu carî serî netewînin! Dê vîna ciwanan, helwesta wan a bibiryar van polîtîkayên qirêj pûç bike û kesên dixwazin me di qada siyasetê de asteng bikin dê bi ser nekevin." 
 
Di dawiya daxuyaniyê de ciwanan dirûşmeya "Bijî berxwedana ciwanan" berz kir û meşiyan. 
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.