107 kesên duh di çalakiyên Komkujiya Pirsûsê de hatin binçavkirin hatin berdan

  • ciwan
  • 09:29 21 Tîrmeh 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi wesîleya salvegera Komkujiya Pirsûsê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin û çalakvan rastî êrişa polîsan hatin. Di encama êrişan de gelek kes hatin binçavkirin û ji binçavkiriyan 107 kes jê hatin berdan. 
 
Bi sedan ciwanên sosyalîst ên ji bo piştgirî û piştevaniya bi Kobanê re hatibûn Pirsûsê û dixwestin derbasî Kobanê bibin, di 20’ê tîrmeha sala 2015’an de li Navenda Çandê ya Amarayê rastî êrişa bombeyî ya DAIŞ’ê hatin û di encamê de 33 jê hatin qetilkirin û bi sedan jî birîndar bûn. Di 7’emîn salvegera komkujiyê de gelek kesan xwestin li Kadikoy a Stenbolê meşekî li dar bixin. Meşvan rastî êrişa polîsan hatin û 104 kes hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan 89 jê hatin berdan. Ciwanan tevî êrişa polîsan jî meşa xwe berdewam kir. 
 
16 KES DI BIN ÇAVAN DE NE 
 
Ciwanên hatin binçavkirin derbasî Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ya li Cehdeya Vatanê hatin kirin. Li vê derê piştî kar û barên îfadegirtinê, 88 ciwan hatin berdan. Ji bo 16 ciwanên hêj di bin çavan de jî sûcdariya “li dijî polîsan derketine” hate kirin. Tê payîn ku her 16 binçavkirî jî dê di nava rojê de ji bo îfadeya dozgeriyê derbasî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bên kirin. 
 
KESÊN DI BIN ÇAVAN DE 
 
Navên kesên di bin çavan de wiha ne: “Sude Înce, Ebrû Sert, Gîzem Ozdemîr, Merve Havali, Muhammed Rojhat Demîrdoken, Serdar Oguz, Berfîn Polat, Ayşe Belîz Înce, Tutku Kircali, Velat Korkmaz, Furkan Kaluç, Betûl Engez, Fatma Damla, Dilbirîn Erden, Ozlem Damla Arik, Ekînsu Gundogan.” 
 
BINÇAVKIRIYÊN LI ÎZMÎRÊ HATIN BERDAN 
 
Li Îzmîrê jî rêxistinên ciwanên sosyalîst xwestin bi mebesta bîranîna qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê çalakî li dar bixin. Lê polîsan êrişî çalakiyê kir û 19 kes bi lêdanê binçavkirin. Ciwanan xwest ku qurnefîlan deynin Qada Gundogduyê lê rastî êrişa polîsan hatin. Ciwanên hatin binçavkirin piştî kontrola tenduristiyê û kar û barên îfadeyê hatin berdan.