Li Kocaeliyê Turnûvaya Kemal Kurkut dest pê kir

  • ciwan
  • 13:16 30 Tîrmeh 2022
  • |
img

KOCAELÎ - Turnûvaya Futbolê ya Kemal Kurkut ku ji hêla Meclisa Ciwanan a HDP’ê ve tê organîzekirin, bi tevlibûna 14 tîman dest pê kir. 

 
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Turnûvaya Furtbolê ya Kemal Kurkut bi dirûşma “Tu jî golekî biavêje bendîbûnê” da destpêkirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Kemal Kurkut di Newroza Amedê ya sala 2017’an de ji hêla polîsan ve hatibû qetilkirin. Di turnûvayê de 14 tîm cih digirin. Ji 14 tîmên bo turnûvayê serî lêdan 2 jê tîmên jinan e. 
 
Lîstikên turnûvayê li Sehaya Xalîçeyan a Yildirim a li Gebzeyê tê lîstin.